• DOLAR 32.525
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2421.415
  • ...
Avrupa Yetim Eli dest bi alîkarîya Remezanê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetim Eliya ku di bergeha vê kampanyayê de li Tirkîyê dest bi xebatan kir, li Stenbolê ji gelek kesên feqîr û jar re alîkarîya xurekê kir.

Nurullah Gunaydinê ku Koordînatorê Tirkîyê yê Avrupa Yetim Eli ye derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji wan kesên ku ji ber Coronavîrusê mexdûr bûne, nexweş û îxtîyar û feqîr in re alîkarî kirine.

Gunaydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew bi dirûşmeya “Jiyan Pêkve Xweş e” xebatên alîkarîyê dane destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Welatê me û cîhan ji ber Coronavîrusê ji îmtîhaneke giran derbas dibe. Em wek Avrupa Yetim Eli li Tirkîyê ji wan kesên ku nexweşîyên kronîk bi wan re hene, nexweş û îxtîyar in re alîkarî dikin. Em di demeke wisa ya ku herî zêde malbat zirar dibîne de  ji bo sazîya malbatê li ser pîyan bigirin çi ji destên me tê dikin. Weke ku em her sal di meha Remezanê de alîkarîyan dikin, îsal jî me dest bi  xebatên alîkarîyê yên Remezanê kir û em van alîkarîyan bigihijînin wan kesên feqîr û yetîm ên li çar alîyê dinyayê. Hûn jî zikat, fitre û  xelatên xwe yên îdê dikarin tevlî vê kerwana alîkarîyê bikin. Xweda xêrên ku we kirine û dê bikin qebûl bike.”(ÎLKHA)

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir