• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Mahkûmên ku ji mirinê re hatine terkkirin li benda edaletê ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî bê çendakî bi verastkirina înfazê bi hezaran mahkûmên ku tevlî sûcên cûrbecûr bûbûn hatin tahlîyekirin, lê belê Şeyhmus Alpsoy û bavê wî Mehmet Emîn Alpsoyê ku berî vê 21 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî bi kumpasa daraza FETO û zihnîyeta 28ê Sibatê hatin girtin û bi nexweşîyên giran ên mîna qanserê ketine hêj naxwazin bên dîtin. Malbata Alpsoyî ji bêedaletîya ku tê kirin re bertek nîşan dan û ji Serokomar û Wezîrê Edaletê daxwaz dikin ku edalet tecellî bike.

Suat Alpsoya ku xanima Şeyhmus Alpsoyî ye derbarê mijarê de destnîşan kir zilama wê bi êşa qanserê ketiye û çendîn car ji ber nexweşîya xwe amelîyat bûye û ji ber şoba Covîd-19 nikare biçe nexweşxanê bi xwe jî û bi vî awayî zilamê wê ji mirinê re hatiye terkkirin.

“Ji ber ku şert û mercên girtîgehê nebaş bûn zilamê bûn baş nebû”

Alpsoy di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir çendîn nexweşî bi zilamê wê re hene û hêj zilamê wê nayê berdan ku ew sedema vê yekê qet fam nakin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zilamê min ev bû 3 sal ku ji ber nexweşîya qanserê tê tedawîkirin. 5 caran amelîyat bû. Piştî amelîyata dawî dihat hêvîkirin ku baş bibe, lê belê ji ber şert û mercên nebaş ên nexweşxanê baş nebû. Di girtîgehê de xurek kêm e û pir sar e. Ev yek jî lê nayê. Li nexweşxanê bi xwe jî xwarineke li gorî nexweşîya wî nedanê. Min ji vê yekê re îtîraz kir. Lê belê ji min re gotin ku ev der nexweşxaneya mahkûman e.”

 “Dibe ku ev roj rojên wî yên dawî be”

Alpsoy di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir tomografîya dawî ya zilamê wê baş derneketiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Netîce baş derneket û ji ser tomografîyê 3 meh derbas bûn, lê hêj ew nebirin nexweşxanê. Karekî ku di normalê de 2-3 rojan de tê halkirin, li wê derê bi mehan berdewam dike. Niha jî ji ber Coronavîrusê nikare randevuyê bistîne. Dema ku min zilamê xwe re xeber da ji min re got ku ‘ez hîs dikim ku kîtle mezin bûye.’ Ji ber vê yekê nikare biçe destava xwe ya mezin. Ji ber sancîyan nikare bisekine. Ji xwe her  tim bi torbê digere. Dibe ku ev roj, rojên wî yên dawî bin. Lewra nexweşîya wî lê giran kiriye.”

 “Dema ku ez li lawê xwe mêze dikim zilamê min, dema ku li zilamê xwe mêze dikim lawê min perîşan dibe”

Alpsoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew li lawê xwe yê 25 salî yê ku astengdar e mêze dike û dû re wiha got: “Dema ku zilamê min li nexweşxanê razandin ez bûm refeqatvan. Ji ber vê yekê lawê min li malê perîşan bû. Êdî îdare bi lawê min re nabe. Dema ku ez li lawê xwe mêze dikim zilamê min, dema ku li zilamê xwe mêze dikim lawê min perîşan dibe.”

“Ev bû çarîyek qern ku di hundir de tên girtin êdî ma nebes e?”

Alpsoy di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber Coronavîrusê dê 90 hezar mahkûm bên berdan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em mêze dikin ku hemû kesî ji girtîgehê derdixin, lê belê hêj mexdûrên 28ê Sibatê di hundir de tên girtin. Edalet naçe ber devê derîyê wan. Ez temamê mahkemeyan taqîb dikim. Ji wan kesên ku darbê kirine bi xwe re jî cezaya girankirî ya muebbet nadin.  Weke ku darbe nekirine çûne seyrê ji wan re cezaya giran nadin. Zilamê min tu tiştekî nekir û jê re cezata muebbet a girankirî dan û ev bû 21 sal ku di girtîgehê de ye. Ev bû çarîyek qern ku di hundir de tên girtin êdî ma nebes e? Wan kesên ku bavê mafyayê ne serbest berdidin, lê helal be ji wan re herkes li zilamê xwe xwedî derdikeve.Mixabin em Misliman li xwedî dernayên. Êdî gotin nema ku mêriv bêje. Kesên kerr bi xwe jî dengê me bihîst, lê belê mixabin hêj kesên rayedar dengê me nabihîzin.”

“Ji bo riza Xwedê wan serbest berdin, bila ev zilam li malên xwe bimirin”

Alpsoy di berdewama daxuyanîya xwe de ji verastkirina nû ya înfazê re bertek nîşan da û destnîşan kir “Zilamê min  ji ber ku bi êşa qanserê ketiye di gruba rîska herî mezin de ye  û xwezûrê min jî 75 sal kirine û ew jî di gruba rîskê de ye. Divê her du jî ketibana li ser vê qanûnê. Ez yek ji zilmê pêve çi ye gelo? Hêvîyeke me hebû ji ber vê qanûnê. Me digot ew ê edalet tecellî bike. Lê mixabin wisa nebû. Ez herî dawî bang li Serokomar û Wezîrê Edaletê dikim: Ji bo riza Xwedê wan serbest berdin, bila ev zilam li malên xwe bimirin. Em nabêjin bila di mala xwe de bijîn, bila li malên xwe bimirin. Ger heqê me hebe em heqê li tu kesî helal nakin. Li axretê bila her du destê min û zarokên min di pêsîra wan de be. Lewra bes Xweda dizane ku ev 21 sal in ku em çi ezîyetê dikşînin.”

“Heftîya çûyî li em gerîyan û gotin ku rewaş wan nebaş e”

Rabîa Alpsoya ku xanima Mehmet Emîn Alpsoy û dîya Şeyhmus Alpsoy e jî derbarê mijarê de wisa axivî: “Him zilamê min û him jî lawê min her du jî nexweş in. Heftîya çûyî li em gerîyan û gotin ku rewaş wan nebaş e. Êdî nikare li xwe bi xwe jî mêze bikin. Îro Şeyhmus li min gerîya û got ku rewşa wî pir xedar û giran e. Divîyabû çûba xestê lê ew nebirine û randevu jî nedanê. Ev bû 21 sal ku di girtîgehê de tên girtin. Zilamê min zêdetirî 70 salan kiriye, êdî tilîyên wî direalin, nikare li xwe mêze bike. Em jî digel wan mexdûr in. Êdî em berata wan dixwazin. Ew qas diz û mahkûmên cûrbecûr berdidin, bila zilamê min û lawê min jî berdin. Em ji Serokomarê xwe berata wan dixwazin.”

Hasan Bozdaşê ku parêzerê her  Şeyhmus Alpsoy û Mehmet Emîn Alpsoyî ye derbarê mijarê de destnîşan kir, divê ji bo mahkûmên nexweş veratkirineke nû bê amadekirin û dû re wiha got: “Niha muwekkîlên min di girtîgehê de di nav şert û mercên giran de ne.”(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir