Li Hollandayê 213 kesên din jî ji Coronavîrusê mirin
Li welêt hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 396 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 21 hezar û 762 kesan.
Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Wezareta Tenduristîyê ya Hollandayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de 213 kesên din canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 396 kesan.
Hat ragihandin hejmara kesên pêketî jî derket 21 hezar û 762 kesan.(ÎLKHA)