• DOLAR 32.324
  • EURO 35.099
  • ALTIN 2300.718
  • ...
Li Îranê ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 133 kesên din can dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3872yan û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 62 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  133 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3872an û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 62 hezar û 589 kesan.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir