• DOLAR 32.593
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2420.312
  • ...
Amerîkaya ku li hember Coronavîrus’ê bêçare ma dest bi lêgerîna doktorên bîyanî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi vîrusê ketin 500 hezar kesan derbas kir ku ji van 100 hezar kes li Amerîkayê pê ketin. Amerîka ji ber ku bi şikleke lezîgîn kesên pêketî zêde dibin bêçare maye ku ji ber vê yekê berê xwe da doktorên bîyanî.

Li ser hisaba fermî ya Yekîneya Karên Konsolxanetîya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê  mijarê de daxuyanîyek  hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin tenduristvanên ku nexasim di warê Covîd-19 de dixebitin û dixwazin li Amerîkayê bixebitin bila serî li seferetxane û konsolxaneyên li cihê ku lê dimînin bidin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir