• DOLAR 32.343
  • EURO 35.103
  • ALTIN 2307.58
  • ...
HUDA PARê Balyozxaneya Filistînê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya HUDA PARê ji teref Sefîrê Filistînê Dr. Faed Mustafa ve hat pêşîwazîkirin.

Di zîyareta ku hat kirin de doza Quds û Filistînê hat bidestxistin.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di ziyareta ku hat kirin de destnîşan kir divê ummeta Îslamê di xala hevpar a doza Quds û Filistînê de bibe yek ku ev yek zarûrî ye.

Sefîrê Filistînê Dr. Faed Mustafa jî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe ji lijneya HUDA PARê re anî zimên û destnîşan kir, Peymana Sedsalê  ji rejîma îşxalê re teqdîmkirina Filistînê ya Amerîkayê ye ku ew digel ferzkirinan vê planê red dikin.

 “Azadîya Quds û Filistînê ji bo me ji meseleyên herîm muhîm meseleyek e”

Demîr di destpêka ziyareta ku kir de silavên Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser şexsê Sefîrê Filistînê li temamê xelkê Filistînê kir û dû re wiha got: “Azadîya Quds û Filistînê ji bo me ji meseleyên herîm muhîm meseleyek e.Ji ber vê yekê em gelek zêde ehemîyetê didin meseleya doza Filistînê. Meseleya azadîya Filistînê  îro li cîhanê meseleya herî muhîm a ku li benda çareserîyê ye. Divê ummeta Îslamê di xala hevpar a doza Quds û Filistînê de bibe yek ku ev yek zarûret e.Wek partîyê fikra me ev e. Di şert û mercên îro de wehdet encax wesîleya Qudsê hatina ba hev e.Ev yek daxwaza me ya herî mezin e.”

“Daxwaza me ew e ku di serî de Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, Yekîtîya Ereban û her wisa temamê  welatên Mislimanan di platformên navneteweyî de xwedî li doza Filistînê derkevin”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Ew micadeleya ku divê îro ummeta Îslamê pêkve bikira gelê Filistînê bi tena serê xwe dike. Ji ber vê yekê em wek ummeta Îslamê ji gelê Filistînê re muteşekkîr in.Gelê Filistînê digel temamê bêîmkanî û tenêtîyê bi tena serê xwe ji bo Qudsê micadele kir. Gelên Misliman jî doza Qudsê tenê nehiştine. Encax ekserîyetê îdarevanên welatên Misliman desteka pêwîst nedan doza Filistînê. Daxwaza me ew e ku di serî de Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, Yekîtîya Ereban û her wisa temamê  welatên Mislimanan di platformên navneteweyî de xwedî li doza Filistînê derkevin.”

 “Peymana Sedsalê  ji rejîma îşxalê re teqdîmkirina Filistînê ya Amerîkayê ye”

Sefîrê Filistînê Dr. Faed Mustafa jî ji ber ziyareta ku hat kirin kêfxweşîyên xwe ji lijneya HUDA PARê re anî zimên û destnîşan kir, Peymana Sedsalê  ji rejîma îşxalê re teqdîmkirina Filistînê ya Amerîkayê ye ku ew digel ferzkirinan vê planê red dikin. Mustafa dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev der balyozxaneya Dewleta Filistînê ye.Ew ê her tim derîyên wê ji we re vekirîbin. Em ê kêfxweş bibin ku ji we re mazûvantîyê bikin. Ji ber ku hûn xwedî li doza Qudsê derdikevin û destekê didin gelê Filistînê em ji we re teşekkur dikin. Ev helwesta we ehemîyeta Qudsê ya li ba we û gelê we nîşan dide.  Em pêkve ne û ji bo heman hedefên xebatê dikin. Em ji Birêz Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê re, ji birêveberîya partîyê re  silav û hûrmetên xwe dişînin. Doza Filistînê ji pêvajoyeke muhîm derbas dibe.  Amerîka û birêveberîya îşxalê rasterast gelê Filistînê û Qudsê hedef digirin. Peymana Sedsalê  ji rejîma îşxalê re teqdîmkirina Filistînê ya Amerîkayê ye ku ew digel ferzkirinan vê planê red dikin.”(ÎLKHA)

 

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir