• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
“Şehîdên Qerejdaxê” yên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li ser rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Mislimanên bi navê Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer şehîd bûbûn.

 Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin û şehîd li ser qebrên xwe hatin bîranîn.

Bernameya ku hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Mihemed Bahattîn Temel berdewam kir.

Temel di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir şehîdan ji bo Îslamê micadele kir û dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “Xuşk û birayên min! Em ji bo ku şehîdên xwe bi bîr bînin li vê derê civîyan.Carinan ji min dixwazin ku ez qala wan şehîdên Qerejdaxê bikim, dema ku ez dixwazim qala wan bikim ev yek li min giran tê.Biya min ev yek li we jî giran tê. Em îro bi saxîya van şehîdên xwe doza xwe dimeşînin. Ew  birayên me yên ku şehîd bûn ji bo muhafezekirina Îslam û Qur’anê micadele dikirin.”

Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir micadeleya şehîdan bes ji bo rizaya Xwedê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xuşk û birayên min ên hêja. Di navbera van şehîdên me yên Qerejdaxê û şehîdên Bedis û Uhudê de zêde ferq tune ye. Çawa ku wê çaxê sehabîyan ji bo Xwedê şerbeta şehadetê vexwarin, bi heman awayî şehîdên me jî ne ji bo dê û bav, mal û milk; ji bo rizaya Xwedê gihaştin mertebeya şehadetê. Em hatin vê derê me xwest ku em diyar bikin em di rêya wan birayên xwe yên şehîd de ne. Me xwest ku em nîşan bidin em di rêya Xweda, Pêxemberê Wî û Qur’anê de ne.Ji ber vê yekê Rebbê me bike nesîbê me ku em di rêya wan birayên xwe de biçin û şehadetê bike nesîbê me.”

Dû re Mela Evdirrehman Gulşer û Mela Recaî Guler jî di bernameya ku hat lidarxistin qala şehîdan kirin û derheqê ehemîyeta şehadetê de nirxandinan kirin û bername bi diaya ku ji teref Muzaffer Karavîl Xoce ve hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir