• DOLAR 32.599
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2411.79
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Ugandayê bîrên avê da  vekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetim Eliya ku bi xebatên ku dike dilê mexdûr û êtîman kêfxweş dike li Ugandayê ji alîyekî ve ji zarokên êtîm re, malbatên mexdûr re alîkarî dike û ji alîyekî ve jî ji bo temînkirina ava paqij bîrên avê da vekirin. Ji ber bîrên ku hatin vekirin xelkê herêmê gelekî kêfxweş û şad û bextewar bû.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eliyê Huseyîn Ateş derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Ateş di daxuyanîya ku belav kir de qala ava paqij kir û destnîşan kir “Li Ugandaya Afrîkayê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Îro me li herê mên cuda 7 bîrên avê da vekirin. Ev tê maneya ku ew ê 7 hezar însan karibin ava paqij temîn bikin.  Bi vî awayî ew ê însan bi rihetî karibin avê temîn bikin. Rebbê min qebûl bike.”

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xêrxwazan kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em li benda desteka hemû kesî ne.Ew ê bi heman awayî li welatên din jî bîrên avê bên vekirin. Welatên mîna Kenya, Somalî, Bangledeş, Filistîn û Afrîka, kampên  penaberan ên Arakanê dê bîrên avê bên vekirin. Em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Mala xêrxwazên me ava be û Xweda xêra wan qebûl bike.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir