Çeteya terorê ya siyonîst zarok û pîrekên Filistînî direvîne
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Karên Filistînê ve hat belavkirin de hat diyarkirin di meha sibata borî de li Quds û Şerîaya Rojava ji teref artêşa îşxalê ve çendîn revandin hatin kirin.
Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di meha sibatê de tevde 101 kes ji teref siyonîstan ve hatin revandin ku 52 kes ji van zarok û 10 jî pîrek in.
Tê diyarkirin bûyerên revandinê herî zêde li Qudsê pêk hatin.(ÎLKHA)