• DOLAR 32.573
  • EURO 35.004
  • ALTIN 2433.475
  • ...
Avrupa Yetim Eli ji kesên astengdar re alîkarîya sendelîya bi tekel kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarî li gundê Budamaya girêdayê herêma Kalîroyê hat kirin. Sazîya alîkarîya li gund ji 23 kesên astengdar re sendelîyên bi tekel belav kir. Gundîyan ji rayedarên sazîyê re ji ber alîkarîyên ku hatiye kirin teşekkur kirin.

Alîkarî  Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Huseyîn Ateş derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Ugandaya Afrîkayê berdewam dikin de daxuyanî da û destnîşan kir, ew ji 23 kesên astengdar re sendelîyên bi tekel belav kir.

Ateş di daxuyanîya xwe de diyar kir xebatên wan ên alîkarîyê yên li Ugandayê bênavber berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di navbera xêrxwaz û mexdûran de pirek in. Kêfxweşîya van însanên li vê derê em dilzîz dikin. Em bawer dikin ku xêrxwaz jî bi van dîmenan kêfxweş dibin û dibin şirîkê vê şadîyê. Ew ê xebatên me li Ugandayê berdewam bikin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir