• DOLAR 32.358
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2324.46
  • ...
Hîndu Mislimanan şehîd dikin, camîyan dişewitînin…
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sala borî li Hindistanê Qanûna Welatîbûnê ya Nû hat derxistin û bi vê qanûnê rê hat vekirin ku ji 6 komên dînî ya ku Misliman ne di nav de ne re welatîbûn bê dayîn. Ji ber vê yekê ji bo qanûna ku qala wê tê kirin bê protestokirin roja yekşemê xwepêşan hatin lidarxistin. Hînduyên ku destekê didan qanûnê jî xwepêşanên dijberî Mislimanan li dar xistin û li Delhîyê êrîşî Mislimanan kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîş û bûyerên ku rû dan de exlebeyê wan Misliman heta niha herî kêm 34 kes canê xwe ji dest dan.

Di hinek dîmenên ku hatin girtin û li ser medyaya civakî hatine belavkirin de tê dîtin çeteyên Hînduyan bi kevir, dar û hesinan êrîş dibin li ser Mislimanan.

Hînduyên hov û wehş êrîş birin li ser dikan û malên Mislimanan  û hinek camîyan talan kirin û pelên Qur’ana Kerîm qetandin.

Di dîmenek din de jî tê dîtin Hînduyeke hov derdikeve li ser mînareya mizgeftekê û meha li serê mînarê dişkîne û ala Hindistanê bi serê mînarê ve didaleqîne.

Di êrîşên zalimane û hovane de gelek Misliman hatin şehîdkirin.

Polêsên li li Delhîyê wezîfê dikin jî mîna êrîşkarên din zilmê li Mislimanan kirin. Di dîmenên ku hatin girtin de tê dîtin polêsên Delhîyê 5 kesên Misliman li erdê razandine û zorê li wan dikin da ku Marşa Neteweyî ya Hindistanê bi deng bikin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêmê êrîş li rojnamegeran zen dikin Mislimanan jî tê kirin. Çeteyên Hîndu yên ku fam kirin rojnameger ne Mislimanan in bela xwe ji wan vekirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir