• DOLAR 32.332
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2285.011
  • ...
2 malbatên din jî beşdarî nobeda ewladan a li ber HDPê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 170 roj ku malbatên ku zarokên wan ji teref PKKê ve ve hatine revandin li ber Avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê çalakîya xwe didomînin. Doh 2 malbatên din jî ji Sêrt û Diyarbekirê beşdarî vê çalakîyê bûn ku hejmara malbatan derket 84an.

Dayika bi navê Aydin Arslana ku qîza wê ya 15 salî berî vê 5 salan hat revandin ji bo qîza xwe ji DIyarbekirê beşdarî nobedê bû û got: “Ez ji Diyarbekirê beşdarî vê çalakîyê bûm.  Qîza min Aysun di 15 salîya xwe de hat xapandin û hat revandin li serê çiyê. Berî ku qîza min bê revandin em li navenda Diyarbekirê dijîyan. Dû re em derbasî gund bûn.Qîza min li Diyarbekirê xapandin û birin serê çiyê. Dû re ez hîn bûm ku qîza min hatiye revandin. Min li ser înternetê sûreta qîza xwe dît. Bi vî şiklî ez hîn bûm ku qîza min hatiye revandin li serê çîyê.”

 “Hevala te ya herî baş teslîm bû, tu jî were teslîm bibe”

Aydan di berdewama axavtina xwe de banga teslîmbûnê li qîza xwe kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji bo qîza xwe hatim vê derê. Ez ji vê derê bang li qîza xwe dikim. Qîza min!Êdî vegere mala xwe. Ji tiştekî netirse. Ez qîza xwe ji HDPê dixwazim. Lewra kesên ku qîza min revandin ew bûn. Qîza min! Hevala te ya herî baş teslîm bû, tu jî were teslîm bibe. 8 malbat  gihaştin ewladên xwe. Tu jî vegere.”

 “Min berî vê 5 salan li ser înternetê dît ku lawê min li serê çiyê ye”

Salih Sadakê ku ji bo lawê xwe Mîkaîl Sadak ji Sêrtê beşdarî çalakîyê bû destnîşan kir ew berî vê 5 salan li ser înternetê dît ku lawê wî li serê çiyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min ji teref HDPê ve hat revandin serê çiyê. Lawê min Mîkaîl ger tu min dibînî  min guhdar bike. Bireve û teslîm bibe. Heta lawê min were ez ê li vê derê bim. Dema ku zarok teslîm dibin em kêfxweş dibin.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir