• DOLAR 32.503
  • EURO 34.982
  • ALTIN 2435.512
  • ...
Neteweyên Yekbûyî: Hejmara kesên ku ji Îdlîbê koç dikin 800 hezarî derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê koça ku ji ber pevçûn û êrîşan berdewam dike de ji teref Buroya Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li herêmê koça ku êrîş ji wan re bûne sedem her ku diçe zêdetir dibin ku ji meha kanûnê vir ve 800 hezar kes ji herêmê koç kirin ku ji sedî 60ê van kesên ku koç kirine zarok in.

Dawîd Swansonê Berdevkê Buroya Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî  diyar kir, li herêmê rewş her ku diçe nebaştir dibe ku ji ber vê yekê sîwîl ji bo neyên dîtin û hedefgirtin exlebe koça xwe didomînin û hewl didin ji Îdlîbê dûr kevin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir