• DOLAR 32.515
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2435.047
  • ...
Li Wanê şape ket: 5 kes canê xwe ji dest dan 7 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li ser 33emîn kîlometreya Rêbeja Wan-Miksê pêk hat.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin dema ku Bahaddîn  Karagulleyê operatorê mekîneya kar dema ku hewl dida rêya ku ji ber berfê hatibû girtin veke şape ket.

Çawa ku bi bûyerê hat hesîn re ekîbên AFAD, UMKE û Serwîsa Acîlê hatin sewqkirin cihê bûyerê û demildest xebat hatin destpêkirin.

Di encama xebatên ku hatin destpêkirin de heta niha 12 kes ji bin berfê hatin derxistin ku ji van 12 kesan 5 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar in.

Tê diyarkirin hêj 2 kes di bin berfê de ne û ji bo ew jî bên rizgarkirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir