• DOLAR 32.549
  • EURO 34.89
  • ALTIN 2474.898
  • ...
Trumpê Serokê Amerîkaya îşxalker plana îşxalê ya “Peymana Sedsalê” daxuyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Terorîst Donald Trumpê Serokê Amerîkayê îşxalker li Washingtonê “Plana Sedsalê” daxuyand. Trumpê ku destnîşan kir, ew ê Qudsê wek paytexya “dabeşnebûn” a rejîma siyonîstên îşxalker qebûl bikin.

Amerîka dê Qudsê wek paytexya “dabeşnebûn” a rejîma siyonîstên îşxalker qebûl bike

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir dilê gelê Amerîka û ya îsraîl yek û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Netanyahu ji bo ji me re bibe alîkar li vê derê ye. Em ê komîsyoneke hevpar ji bo neqşeyê digel îsraîl saz bikin. Em ê Qudsê wek paytexya “dabeşnebûn” a rejîma siyonîstên îşxalker qebûl bikin.Min ji xwe vê yekê kir. Amerîka li vê derê desthilatdarîya îsraîl qebûl dike.  Ew ê helwesta min bi şiklî berdewam bike.Bi heman awayî em dikarin bibêjin çareserîya bi du dewlet dê bi tu awayî zirarê nede ewlehîya îsraîl. Dibe ku ji bo aştîyê tavîz bê dayîn, lê belê em naxwazin ji bo ewlehîya îsraîlê tawîz bê dayîn. Min ji bo îsraîlê gelek tiştan kir. Me balyozxaneya Amerîka bir Qudsê. Min Girên Golanê nas kir. Ger pêwîst e be mirov bi eşkere bibêje min xwe ji peymana nukleer a Îranê da paş.”

Amerîkayê îşxalker dixwaze Qudsa Rojhilat bibe paytexta Filistînê

 Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Em dixwazin li ser axên Filistînê Filistîneke ku dê paytexta wê Qudsa Rojhilat be bibînin” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Tu kes ji Filistînî û îsraîlîyan ji malên xwe neyên derxistin. îsraîl bi Qralê Urdunê ku ew begekî gelekî baş e bixebite û ew ê bihêlin ku Mescîda Eqsa bê ziyaretkirin. Bi heman awayî tê xwestin ku 50 milyar dolar ji bo dewleta Filistînê alîkarî bê kirin. Ew ê li Filistînê îstîhdam çêbibe û feqîrê kêm bibe.”

Ew ê hinek qanûn bên derxistin da ku Hamas bê qedexekirin

Trump di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê hinek qanûnan derxin da ku Hamas bê qedexekirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me Qasim Silêmanî ji holê rakir. Weke ku tê zanîn ew digel Serokê Hîzbûllah bû, ez dizanim ku tiştên nebaş plan dikirin. Ew li ser serê rêxistineke bi navê Rêxistina Azadîya Qudsê bû, dixwast ku îsraîlê li ber çavên xelkê reş bike. Digot ku ‘lazim e em ji bo Qudsê bi îsraîl re şer bikin. Ev şerê sexte di rastîyê de berdewam dikir. Di rastîyê de Qudsê niha azad e. Quds bajarekî bi ewlehî û demokratîk e.Alema Îslamê di sala 1948an de xeletîyek kir û êdî wext hatiye ku ev xeletî bê edilandin.  Divê dev ji şer berdin û vê dewletê nas bikin. Ji wê rojê vir ve belesebeb xwîn herikî.(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir