• DOLAR 32.426
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2324.925
  • ...
Avrupa Yetim Eli ji bo êtîman kêfxweş bike çû Kenyayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bergeha xebatên alîkarîyê de Avrupa Yetim Eliya ku sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ye çû Kenyaya Afrîkayê û ji bo êtîman xebata alîkarîyê da destpêkirin.

Temsîlkarê Dildar ê Avrupa Yetim Eliyê Serdar Şîşman derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref komeleya wan ve li Kenyayê hatiye destpêkirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Şîşman di daxuyanîya ku da destnîşan kir, ew ê li Kenyayê di bergeha alîkarîyan de alîkarîyên mîn  xurek, cil û berg, Qur’ana Kerîm, înşaata camîyê, serjêkirina heywanan bikin.

“Em bênavber xebat û projeyên xwe yên alîkarîyê didomînin”

Şîşman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew piştî rêwîtîyeke ku 24 seatan berdewam kir re gihaştin gundê ku ew ê lê alîkarî bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ê di bergeha projeyên xwe de serê malê 2 bizinan belav bikin. Bi izna Xwedê ew ê ji temamê malan re ev bizin bên belavkirin. Projeyên me yên mîna nezir û eqîqa hene. Em ê di warê cil û bergan de jî alîkarîyê bikin. Bi izna Xwedê em ê bênavber xebat û projeyên xwe yên alîkarîyê bidomînin. Bi izna Xwedê em sibe pê ve dest bi xebatên xwe yên alîkarîyê bikin.”

“Li welatên Afrîkayê rewşa însanan a jiyanê nebaş e”

Şîşman di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa nebaş a însanên ku li Afrîkayê dijîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li vê derê masûmîyet heye. Em dibînin ku însan li vê derê di nav zehmetîyê de dijîn. Em dixwazin li vê derê hindik be jî ji derdê însanan re bibin derman û ji wan alîkarîyê bikin. Li bajara Garîsayê 300 hezar kes dijî.Însanên li vê derê di warê ava paqij, camî û perwerdehîya zarokan de zehmetîyan dikşînin. Bi izna Xwedê em ê mescîdekê vekin.  Ew ê zarok li vê derê him dersên dînî û him jî yên akademîk bistînin.  Me berî niha li vê derê weke wan welatên din ên Afrîkayê di warê alîkarîyê de xebatan kir û em kêmasîyan tespît kir.”(ÎLKHA)

 

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir