• DOLAR 32.382
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2325.502
  • ...
HUDA PAR birîndarên ku di erdhejê de nasên wan canê xwe ji dest dan ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di erdheja di mezinahîya 6.8an a ku li Xarpêtê pêk hat de Merîç Dîşlî piştî xebatên ku 12 seatan berdewam kir re hat rizgarkirin. Xanim û 2 zarokên Merîç Dîşlî di erdhejê de canê xwe ji dest dan û ew bi xwe jî niha li nexweşxanê tê dermankirin. Lijneyek ji HUDA PARê ku Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî di nav de çû ziyareta Recep Dîşlîyê ku 12 seatan di bin enqazê de ma.

Di ziyareta ku hat kirin de axavtinên ku hatin kirin mirovan dilzîz kir.

Vedat Turgutê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di ziyareta ku kir de ji bo Recep Dîşlî sabir daxwaz kir û destnîşan kir “Xweda bixe kefaret. Xweda ji ya mezintir muhafeze bike. Şikir ku hûn sax in. Xweda muhafeze bike. Careke din nîşanî me nede. Ev der cihê îmtîhanê ye. Xweda bike nesîb ku hûn li cennetê werin ba hev.Rebbê min sebrê bide we. Em ê ji bo we dia bikin.”

vıdeo

 “Qiymeta nefesekê jî bizanibin”

Merîç Dîşlîyê ku 12 seatan di bin enqazê de ma û dû re hat xelaskirin jî di ziyareta ku hat kirin de wisa axivî: “Qiymeta nefesa xwe bizanibin. Qiymeta nefesekê bi xwe jî bizanibin. Ez 12 seatan di bin enqazê de mam. Zêc û zarokên min çûn. Ji ber vê yekê qiymeta nefesekê bi xwe jî zanibin. Bûka min mir, xanima min mir, zarokê min mir, mal û kargeha min û wesayîtên min çûn. Ji ber ku ez ê karibin vî barî rakim Xweda vê îmtîhanê da ber min. Qiymeta zarokên xwe bizanin. Qiymeta nefesa xwe bizanin. Ji min re ji zarokên min û xanima min dia bikin.”

Piştî ziyareta ku hat kirin re lijneya HUDA PARê çû serdana Hamîde Bugdayliya ku li Gezîna Madenê di bin enqazê de ma û qîza wê canê xwe ji dest da ziyaret kir.

Turgut di ziyareta ku hat kirin de ji bo Hamîdeya birîndar şifa û sebrê teleb kir û got: “Em der bo cihê îmtîhanê ye. Ji ber ku ew standiye em ê jê re şikir bikin. Lewra ê ku dide jî distîne jî ew e.7 ewladên Pêxemberê me hebûn. Ji 7 ewladan 6 ewlad berî wî rehmet kirin. Ji ber vê yekê em ê jî sebir bikin û hemd bikin”

“Ger pîyê min ne di vî halî de bana ez ê bi xwe qîza xwe bişûşta”

Hamîde Bugdayliya ku qîza wê Dîlek Bugdayli di erdhejê de canê xwe ji dest da di ziyaretê de wisa got: “Ev yek ji bo min bi xêr e. Ez dayik im û digel qîza xwe dijîyam. Ev bû 20 sal ku ez û wê li mala xwe ya li Gezînê dijîyan.Min pir jê hez dikir. Wefat kir. Jibîrkirina wê ji bo min zehmet e. Ez ji Xwedê ditirsim. Ger pîyê min ne di vî halî de bana ez ê bi xwe qîza xwe bişûşta.”

Turgut ji ber ku personelên nexweşxanê ji wan re bû alîkar ji wan re teşekkur û dû re digel lijneya pê re ji nexweşxanê veqetîya.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir