• DOLAR 6.055
  • EURO 6.562
  • ALTIN 308.14
  • ...
Komara Mehabadê berî vê 74 salan hati damezirandin

Gelê Kurd her çi qas di dîrokê de li ser axên xwe jîya be jî di sed salên dawî de ev mafê wan ji destên wan hat standin û parçekirin. Gelê Kurd li ser axa ku li ser dijîn zimanê wan yê dayikê hat qedexekirin, bi zimanê xwe perwerdehî nedîtin û destûra perwerdehîya bi zimanê wan jî nedan wan. Di roja me de Kurd li ser 4 perçeyan dijîn û bendewar in ku heqên wan ên Îslamî û însanî bên dayîn. Di Çileya sala 1946an de welew demek kurt be jî Kurd gîhaştin vê armanca xwe û Komara Mehabadê ya Kurd hat damezrandin

Kurd weke li ser axên din li Kurdîstana Îranê jî dema mafên xwe dixwastin ji teref rejîma Şah ve dihatin bêdengkirin. Ji bo dîrok û çanda Kurdan ji jîyana wan ya civakî derkeve û ji holê bê rakirin temamê rêyan hatin tecrûbekirin. Kesên micadele û berxwedan kirin an hatin darvekirin an jî dihatin sirgûnkirin. Li hember van polîtîkayên zilm û asimîlasyonê Kurdan gelek caran serî rakirin û li ber zilmê berxwe dan. Serhildanên Kurda heta Herba Cîhanê ya Duyemîn dewam kirin.    

Piştî herba Cîhanê ya Duyemîn Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet (SSCB) xwe neda tu alî û bê deng ma. Piştî AlmanyaYA Nazî ket erdêN SSCBê Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet xwe ji hêla Elmanya da alî û ket nav sefê Emerîka, Îngîltere û Fransayê.

Piştî Herba Cîhanê ya Duyemîn ji ber Îranê bi Elmanya re hevalbendî kir di 25ê Tebaxa 1941ê  Îngîlîz û Rûsya ji du alîyan ve ketin Îranê. Bi vî awayî hukmê Îranê ji ser herêma Kurdistana Îranê rabû.

Di sala 1942an de xebatên hereketên Kurd ên sîyasî zêde bûn 

Ev rewş, bû sedema zêdebûna xebatên hereketên Kurd. Di serê sala 1942an de bi navê "Komala Jiwavewey Kûrdistan" yanî Hereketa Vejînê hat damezrandin. Di bingeha armancên vê hereketê de di serî de li Îranê damezrandina Kurdistana mezin û serbixwe hebû. Dema ku dîrok sala 1944an nîşan dida gel bi temamî serbixwebûn xwestin. Hereketa Vejînê derdora 3 salan bi dizî xebat kirin. Di Nîsana 1945an de li Mehabadê bi komcivînekê, dawî li xebatên xwe anîn.

Di sala 1945an de ji xelkê herêma Mehabadê, Qazî Mûhammed jî li ser dawetekê bû endamê Hereketa Vejînê. Qazî Mûhemmedê 50 salî endamê eşîra Debokrî bû. Malbata Qazî Mûhemmed malbateke bi dîndarî, mêrxasîyê û fedekarîyê dihatin naskirin. Qazî Mûhammed digel ilmên Îslamî bi zimanên Erebî, Farisî, Tirkî, Îngilizî û Rûsî jî dizanibû. Qazî Mûhammed mensûbê terîqa Neqşebendî bû. Di warê civakî û aborî de xwedî feraset û riyaset bû. Piştî wefata bavê xwe, Qazî Mûhammed di sala 1930yî de li  Mehabadê bû Qazî (wezîrê şer’î) yê herêmê. Qazî Mûhammed bi ilm, zanabûn û feraseta xwe di demeke kurt de bû serokê Hereketa Vejînê.

Di 22ê Çileya 1946an de li Qada Çarçirayê Komara Kurd a Mahabadê hat îlankirin

Piştî îlankirina Komareyê, Qazî Mûhammed Komala Jiwanewey Kurdistan fesh kir û li gor şert û mercên wê rojê Partîya Demokrata Kurdistanê ava kir. Di Kanûna 1945an de di komcivîna neteweyî ya partîya xwe de wan tiştan xwest:

  1. Lazime gelê Kurdê Îranê bibe xwedîyê rêveberiya xwecihî û xwe bi bi rêve bibe.
  2.  Lazim e Kurdistana Îranê di nava Îranê de xweser be.
  3.  Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di rêveberî, hindekarî û perwerdehîyê de jî zimanê Kurdî bê bikaranîn.
  4. Pêwiste ji Qanûna Bingehîn ya Îranê cûda Qanûneke Bingehîn ya taybet ji bo Kurdistana Îranê bê qebûlkirin û mafê herkesî bê xistin bin ewlehîyê.
  5. Lazim e dewlemendîyên ser rûyê erdê û yên bin rûyê erdê yên Herêma Kurdistanê ji bo pêşveçûna gelê Kurdistanê bê bi kar anîn.

Piştî şert û merc başbûn re di 22ê Çileya 1946an de li Qada Çarçiraya Mahabadê bi komcivînek girseyî Komareya Kurd a Mahabadê hat îlankirin. Di heman wextê de meclîseke neteweyî ya ku ji 13 wezîr û 30 parlamenterî pêk dihat hat damezrandin û Qazî Mûhammed wek Serokomar hat hilbijartin. Paytextê Komareya Kurd a Mehabadê wek Mahabadê hat hilbijartin û di nav sînorê Komareya Kurd ya Mahabadê de bajarê Ûşnû, Mîandoap, Serdest, Bane, Saqiz û Senendec hebû. 

Hikumeta nû di cîde dest bi xebatên xwe kir û zimanê Kurdî wek zimanê fermî îlan kir. Ji bo dibistanên seretayî pirtûkên Kurdî yên perwerdehîyê hatin çapkirin. Rojnameyên rojana hatin derxistin, kovar hatin çapkirin û bac hat komkirin. Ji bo derd û pirsgirêkên gel bên çareser kirin “Konseyên Bilind” hatin avakirin. Ji bo perwerdehîyê xwendekar şandin welatên din. Ji bo malbatên feqîr û mixtac pirtûkên perwerdehîyê bêpere hatin belavkirin û ji kesên mixtac alîkarîya însanî hat kirin.

Piştî herba Cîhanê ya Duyemîn bi dawî bû, rejîma şah bi piştgirîya SSCB  xwest rêveberîya Kurdîstanê bi otorîteya merkezî ve girê bide. Ji bo vê armanca xwe bi cîh bînin Emerîka, Îngîltere û Yekîtîya Komareyên Sosyalîst ên Sovyet (SSCB)ê ji bo berjewendîyên xwe li rêyan gerîyan. Piştî demekê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku Rûsya leşkerê xwe ji axa Îranê bikşîne. Emerîka û Îngîltere piştgirî dan Îranê. Rêveberîya Îranê îfade kir ku heger SSCBê leşkerê xwe ji Îranê bikşîne wê ji nefta Îranê qismekî bide wan jî.

SSCB piştî demeke kurt ji rêveberîya Azerîyan re peyam şand û xwest ku bê şert û merc teslîm bibin. Di 26ê Mijdara 1946an de rêveberîya Azerîya destnîşan kirin ku wan xwe bi Îranê ve girê dane. Rêveberîya Azerbeycana Serbixwe li hember Komareya Kurd a Mehabadê ji bo Îranê wezîfa parêzgehekê dît. Teslîmîyeta rêveberîya  Azerî ketina leşkerê Îranê ya Mehabadê rehet kir.

Di 17ê Kanûna 1946an de artêşa Îranê ket Mehabadê

Berîya artêşa Îranê têkeve Mahabadê çiqas Qazî Mûhammed xwest bi rêveberîya Îranê re têkeve têkiliyê jî xebatên wî tev bê encam man. artêşa Îranê berê xwe dabû li ser Komarê û eşîrên Kurdan ji artêşa Îranê re pêşîvantî dikirin. Qazî Muhammed dizanibû ku eşîrên Kurdan dixwazin bajaran talan û wêran bikin. Ji ber vê yekê destnîşan kir ger eşîrên Kurdan bên vegerandin û destûr neyê dayîn bikevin nava bajêr ew ê teslîm bibe.  Piştî ku eşîr hatin vegerandin  Qazî Muhammed teslîm bû û artêşa Îranê Mahabadê îşxal kir.  Di 17ê Çileya sala 1946an de bajar ket destê Îranê û piştî mehkemeya ku hema wisa hat 3 mehan dewam kir re di 31ê Adara 1947a de Serokomarê Komareya Kurd a Mehabadê Qazî Mûhammed, Serokwezîr Hecî Baba Şah, Wezîrê Parastinê Mûhammed Huseyîn Han Seyfî Qazî, birayê Qazî Mûhammed, Sadrî Mûhammed û lawê apê Qazî Mûhammed Seyfî Qazî li Qada Çarçiraya Mahabadê hatin darvekirin. Mela Mustafa demekê li ber xwe da û dû re mecbûr ma ku derbasî Sovyetan bû.  Mela Mustafa û bi sedan şoreşvanên pê re 11 salan li Sovyetan man.

“Ez hêvî dikim ku hûnê ji mirina me ji xwe re ders û îbretan derxin”

Piştî biryara darvekirina Qazî Mûhammed hat eşkerekirin Qazî pênûs û kaxiz xist destê xwe û wesîyetnameya xwe ya dawî nivîsand. Wesîyeta Qazî Mûhammed paşê ji nav arşîvên Dewleta Îranê derket. Wesîyete Qazî Mûhammed ev e:

 “Bi navê Xwedê.

Ji bona Xwedê, êdî dijmintiyê ji hevdû re nekin, pişta xwe bidin hevdû, li dijî zordest, zalim û neyaran birawestin. Mift û belaş xwe nefiroşin dijminan.

Nesîhet û wezîyeta min ji we re ev e; zarokên xwe bidin xwendin, ji bilî perwerdeyê tu kêmasiya me ji milletên din tune ye. Ji bona ku hûn ji karwana xelkan di paş de nemînin bixwînin, xwendin sileha herî tesîrdar e li dijî dijminan e.

Baweriya xwe bi Xweda, pêxember û li hemû tiştê ku ba Xwedaya bînin û bi wan îman bikin.Yekîtî û lihevkirina di nava xwe de muhafeze bikin û neqenciyê li hev nekin. Nexasim di qada mesûliyet û xizmetê de tamahkar nebin.

Ji bona ku dijmin we nexapîne asta xwe ya perwerdehiyê bilind bikin. Ji bona vê dinyaya ku ji çend rojan pêk tê xwe nefiroşin dijminan. Lewra dijmin dijmin e, bawerî li dijminan nabe. Ji hêla siyasî, madî, manewî û namûsê ve îxanetî hev nekin. Lewra xaîn di hizûra Xweda û însanan de sûcdar e. Îxanet ew ê vegere û bê li kesê xaîn bixe.

Ez zen nakim ku ji bilî dayîna can ji Xwedê re tu deynê min ji tu kesî re  hebe.Lê dîsa heger ez ji yekî re deyndar bim, min li pey xwe gelek mal û serwet hiştiye  bila herê ba warîsên min û doza deynê xwe li wan bike. (ÎLKHA)

 



Markanız bizimle şehrin markası olsun
ŞEHİR MARKALARI
Reklam İletişim 0212 562 60 06

Bu haberler de ilginizi çekebilir