• DOLAR 32.373
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.43
  • ...
Nivîskar Kilinç: “Meseleya Kurd ji bo Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê meseleya herî muhîm e”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komareya Kurd a Mahabadê di sala 1946an de ji teref Qazî Muhammed ve hat damezrandin û di sala 1947an de hat hilweşandin. Îro ji ser damezrandina Komaraya Kurd a Mahabadê 74 sal derbas bûn. Nivîskar û Lêkolîner Mela Mahmud Kilinç derbarê salvegera damezrandina Komareya Kurd a Mahabadê de destnîşan kir, digel ku emrê Komarê kurt be jî di dîrokê de cihekî girîng digire û derheqê Komareya Kurd a Mahabadê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Kilinç di destpêka nirxandina xwe de diyar kir, Qazî Muhammed di 22ê Çileya sala 1946an de li Qada Çarçiraya Mahabadê mîtîngek li dar xist û Komareya Kurd a Mahabadê îlan kir ku di nav sînorên Komarê de digel Mahabadê 7 bajêr hebûn.

Temamê hevpeyvîna ku me digel Nivîskar û Lêkolîner Mela Mahmud Kilinç re kiriye…

“Gelê Kurd ji bo Faris, Tirk û Ereban îmtîhanek e”

Kilinç di destpêka hevpeyvînê de di bîran xist ku erdigarîya Kurdistanê ji hêla stratejîk ve di navbera sînorên Anatolîya, Fars û Erebistanê de ye û ji herêmeke ku ji 450 hezar kîlometre cî digire pêk tê ku Kurd di dîrokê de digel Tirk, Ereb û Farisan jiyane, ji heman dînî bawer kirine û di gelek mijaran de çarenûsa wan yek bûye û wek gel birayên hev bûn. Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kurd ji bo ummeta Îslamê û nexasim jî ji bo Faris, Ereb û Tirkên ku beşekî muhîm a ummetê pêk tînin meseleya îmtîhanê ne.Ev xelkê mezlûm di warê edalet û zilmê, biratî û dijmintî, rastî û xeletî, înkarkirin û wek bira jiyanê, wekhevî û cudahîyê de ji bo wanan îmtîhan e. Di pêvajoya dîrokî de him di warê dîn de û him jî di warê de siyasî de pêwendîyên Kurdan û gelên din bi hev re çêbûye. Welatên Yekîtîya Ewrûpayê  van 70-80 salên dawî di nav aştî û refahê de derbas kirine ku sedam vê yekê jî ev e: ew wan meseleyên xwe yên herêmî, neteweyî, kêmanîbûnê di bingeha edaletê de hewl dane çareser bikin. Divê welarên Îslamê jî bi vê têgihiştinê hereket bikin, lê belê berevajîya vê yekê tê kirin û ew têgehên netewe û neteweyatî di nav welatên Îslamê de bûye wek dîn.”

“Hêzên emperyalîst di çarçoveya berjewendîyên xwe de li meseleya Kurd dinêrin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir di meseleya çareserîya Kurd de heta niha çi dema hêzên emperyalîst an jî berjewendîyên wan di nava vê çareserîyê de tune be ev çareserî negihaştiye armanca xwe, lewra ji teref wan emperyalîstan ve ev çareserî hatiye astengkirin. Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Meseleya Kurd her tim wek problemeke du alî cihê xwe girtiye. Hêzên emperyal û emperyalîst dixwazin vê meselê li gorî berjwendîyên xwe tên kûrewî, herêmî û neteweyî dîzayn bikin. Hêzên emperyalîst ji mêz ve di çarçoveya berjewendîyên xwe de li meseleya Kurd û Kurdan dinêrin.

 “Kurd di navbera 3 dewletan de hat parvekirin”

Kilinçê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî Herba Cîhanê ya Yekemîn Kurdên Îranê bi temametî bêxwedî man, axavtina xwe wisa domand: “Piştî Herba Cîhanê ya Yekemîn(ku ev herb herba Îslam û xerbê bû) re ji ber ku dewletên xalib dewleta Osmanî di nav xwe de parve kirin Kurd di nav navbera 3 dewletan de hatin parvekirin.Kurdên Îranê jî wek wan Kurdên parçeyên din salên dirên di bin zext û zordarîya hikûmetên navendî hebûna xwe domandin. Di sala 1930î Sîmko Îsmaîl Axa li Kurdistana Îranê serhildaneke berfireh da destpêkirin, lê belê serhildana wî bi ser neket. Piştî ku serhildan têk çû re problem bi salan berdewam kir. Bi heman awayî li Kurdistana Iraq û Tirkîyê jî serhildan çêbûn, lê belê ew jî bi ser neketin. Lê belê piştî Herba Cîhanê ya 2yemîn(ev herb herba di nav xerbîyan de bû) li Kurdistana Îranê geşedanên muhîm çêbûn. Ji ber ku Şah Rizayê ku Nazî piştgirîyê dida wî li herêmê wek gef dihat dîtin, Yekîtîya Sovyetan û Îngîltereya ku di nav koma muttefîkê de bûn di sala 1941î de ji bakûr û başûr derbasî Îranê bûn. Îngîlîzan ji xwe di Herba Cîhanê ya Yekemîn de îşxal kiribûn û niha jî berê xwe dabûn Îranê. Îngîlîzan Şah Riza ji ser text anîn xwarê û Muhammed Rizayê ku lawê wî bû û destekê dida Îngîlîzan anî li ser text.Sala piştî wê di navbera Îranê û Sovyetan û Îngîlîzan de peymaneke hat îmzekirin. Li gorî peymanê ger Almanya êrîş bibe li ser Îranê ew ê Îngîlîz û Rûs Îranê biparêzin. Dû re Amerîka jî beşdarî vê tifaqê bû. Li gorî peymanê piştî ku şer xelas bû re 6 mehan ew ê temamê leşkerên dewletên biyanî ji Îranê vekişin.”

 “Komareya Kurdistanê ji bo bikin meseleya bazarê damezrandin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir di sala 1944an de ew dewletên “parêzvan” zextên xwe yên li ser hikûmeta Îranê zêde kirin û nexasim di warê standina para xwe ya neftê de gelek zêde bi israr hereket dikirin. Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dewletên mezin ji bo standina îmtîyaza nefta zêdetir li Îranê Komareya Kurdistanê damezrandin da ku ev yek bibe meseleya bazara neftê. Dema ku herb qedîya hêj axên Îranê di bin îşxalê de bûn û aqûbeta nefta Îranê nediyar bû. Ji vê meselê cûdatir meseleyeke din jî hebû ku êdî Amerîka û Îngîltere bi çavekê erênî li Yekîtîya Sovyetan mêze nedikirin.  Di 12ê Nîsana sala 1945an de Franklin Roosevelt mir û Harry Trumanê alîkarê wî hat serî. Truman ji Yekîtîya Sovyetan bawer nedikir. Li gorî Truman divê li dijî Yekîtîya Sovyetan ew dijwar bin. Dema ku dîrok bû 2yê Adara sala 1946an wisa diyar dibû ku ew ê Yekîtîya Sovyetan  ji Îranê venekişe ku ev yek qeyrana heyî zêdetir kir. Şah Riza Muhammed Pehlewî di bîranînên xwe de dibêje ‘Cihê derketina şerê bêçek Îran e’ ku ev yek jî bi wê rageşî û qeyrana wê rojê re li hev digire.”

 “Demokratên Azerî yên li Tebrîzê pêşî xweserî û dû re serxwebûna xwe îlan kirin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir di vê pêvajoyê de Kurd jî rêxistinên xwe dabûn destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 16ê Tebaxa sala 1943yan de bi xebatên mamosteyekî bi navê Abdulrahman Zabîhî li Kurdistana Îranê Komeleyê Jinêweyê Kurdistan hat sazkirin. Piştî vê 2 salan Kurdên Îranê di 25ê Tebaxa sala 1945an de Partîya Demokratîk a Kurdistana Îranê damezrandin. Ew ê ev partî di salên pêş de ji li Iraqê ji Kurdên Iraqê re jî bibe mînak. Çawa ku KDP-Î hat damezrandin temamê eşîr û endamên Komeleyê Jinêweyê Kurdistan derbasî vê partîyê bûn. Armanca her du sazîyan jî Kurdistaneke mezin û serbixwe bû. Di meha Îlonê ya heman salê de demokratên Azerî partîya xwe damezrandin. Di 12ê Çileya sala 1945an de demokratên Azerî yên li Tebrîzê pêşî xweserî û dû re serxwebûna xwe îlan kirin.

 “Exlebeyê damezrînerên Komareya Kurd a Mahabadê alim û şêxên Qadirî û Neqşebendî bûn”

Kilinç di berdewama axavtina xwe  de diyar kir di 22ê Çileya sala 1946an de li Qada Çarçiraya Mahabadê de mîtîngeke mezin li dar xist û Komareya Kurd a Mahabadê damezrand ku wê rojê di nav sînorên komarê de digel Mahabadê 7 bajêr hebûn.Kilinç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dewleta wê rojê ji 13 wezîr û 30 parlementeran pêk dihat.Serokê dewletê Qazî Muhammed bû. Mela Mustafa Barzanîyê ku digel hezar şoreşvanî derbasî Komareya Kurd a Mahabadê bû jî Serokê Sererkanîyê bû.Mezinên eşîran jî di mewqîyên mîna wezareta û parlementerîyê de hatin bicîkirin.  Qazî Muhammedê ku wê rojê Komareya Kurd a Mahabadê damezrand li Qada Çarçirayê manîfestoya komarê ya ku 6 maddeyan pêk dihat wisa diyar kir: “

1-Di nav dewleta Îranê de ji bo Kurdên Îranê tesîskirina otonomîyê

2-Di birêveberî û sazîyên perwerdehîyê de bikaranîna zimanê Kurdî

3-Ji bo ku birêvebirinên mijarên civakî û karên dewleta li Kurdistanê bên kontrolkirin sazkirina konseyeke xwecihî

4-Ew ê temamê wezîfedarên dewletê ji şexsîyetên Kurdistanî bên hilbijartin

5-Digelhevî û pêkve hereketkirina digel xelkê Azerî

6-Sazkirina pergaleke hiqûqê ku li ser wekhevîyê hatiye damezrandin

 “Ji bo artêşeke bi nîzam bê sazkirin xebat hatin destpêkirin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku Komareya Mahabadê hat damezrandin Kurdên li herêmê bûn xwedî kelecan û hêvîyeke mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê Komareya ciwan bi terefdarbûna Yekîtîya Sovyetan hat sûcdarkirin. Her wisa di navbera kom û eşîrên ku di nav Mahabadê de jî rageşî û berberî hebû ku ev yek gelek zêde zehmet dida Qazî Muhammed û hevalên wî. Ew ala ku ji teref Komela ve hatibû çêkirin bi avahîya parlementoyê ve hat daleqandin û wek ala neteweyî hat hilbijartin.  Ew helbesta Ey Reqîb a ku di sala 1938an de ji teref Dildarê helbestvanê Kurd ve hatibû nivîsandin wek sirûda neteweyî hat qebûlkirin. Kurdî bû zimanê fermî ya perwerdehîyê û di dibistana destpêkê de bû mecbûrî.Ji bo mezinan  kursên êvarî hatin vekirin. Di sazîyên civakî de pîrek hatin wezîfedarkirin. Di rojnameyên rojane yên bi Kurdî yên bi navê Hawar û Agir û her wisa kovareke bi navê Helale ya pîrekan hat der xistin. Klasîkên cîhanê ji bi Kurdî hatin wergerandin. Enstîtuya Hozanên Gelê Kurd hat damezrandin. Xwendekar ji bo perwerdehîyê hatin şandin Tebrîzê. Ji bo artêşeke bi nîzam bê sazkirin xebat hatin destpêkirin.”

 “Gelê Kurd ji teref wan hêzên super ên heyamê ve ji bo denge û berjewendîyên navneteweyî hatin qurbankirin”

Kilinçê ku diyar kir di 3ê Gûlana sala 1946an de bi navbeynkarîya Sovyetan di navbera Komareya Mahabad û Hikûmeta Azerbaycanê ve Peymana Dostîyê ya Kurdistan û Azerbaycanê hat îmzekirin û di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Di 1946an de Yekîtîya Sovyetan di warê neftê de peymanek îmze kir. Ji ber vê yekê di meha nîsanê de temamê leşkerên xwe ji Îranê vekişand. Çawa ku Sovyet ji Îranê vekişîyan vêcarê Amerîka berê xwe da Îranê û alîkarî jê re şand. Sovyet ji bo rageşî zêde nebe du komareyên ciwan tenê hişt. Çawa ku Sovyet ji Îranê vekişîyan Îranê ewil êrîşî Azerîyan kir û hikûmeta wanan hilweşand. Birêveberên Kurd ji ber tiştên ku hatin serê Azerîyan teslîm nebûn û li rasta mezalîmeke mezin û dijwar hatin. Gelê Kurd ji teref wan hêzên super ên heyamê ve ji bo denge û berjewendîyên navneteweyî hatin qurbankirin. Di dîroka nêz de em ji durûtîya Xerbê re bûn şahid, nexasim di referandûêa Kurdistanê de em ji vê yekê re cardin bûn şahid. Kurd dê van dîrokên bi êş û elem di hişên xwe de bigirin û ew ê cardin bi tecrubeyên xwe bi wan nexapin.”

 “Qazî Muhammed li Qada Çarçirayê ya ku lê Komareya Mahabadê îlan kiribû hat îdamkirin”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser helwest û rewşa eşîrên Kurdên Îranê û wisa got: “Artêşa Îranê berê xwe dabû li ser Komarê û eşîrên Kurdan ji artêşa Îranê re pêşîvantî dikirin. Qazî Muhammed dizanibû ku eşîrên Kurdan dixwazin bajaran talan û wêran bikin. Ji ber vê yekê destnîşan kir ger eşîrên Kurdan bên vegerandin û destûr neyê dayîn bikevin nava bajêr ew ê teslîm bibe.  Piştî ku eşîr hatin vegerandin  Qazî Muhammed teslîm bû û artêşa Îranê Mahabadê îşxal kir.  Di 17ê Çileya sala 1946an de bajar ket destê Îranê û piştî mehkemeya ku hema wisa hat 3 mehan dewam kir re di 31ê Adara sala 1947an de  Qazî Muhammed, Serokwezîr Hacî Baba Şêx, Wezîrê Parastinê Huseyîn Xan Seyfî li Qada Çarçirayê hatin îdamkirin.  Mela Mustafa demekê li ber xwe da û dû re mecbûr ma ku derbasî Sovyetan bû.  Mela Mustafa û bi sedan şoreşvanên pê re 11 salan li Sovyetan man.”

Meseleya Filistîn û Kurdan du problemên sereke yên erdigarîya Îslamê ne

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xerb her tim Kurdan li gorî  menfeat û berjewendîyên xwe bi kar tîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Meseleya Kurd di serî de ji bo Tirkîyê û dû re ji bo Îran, Iraq û Sûrîyê meseleya herî muhîm e. Heta ku ev mesele neyê çareserkirin ne mimkûne ku gel li ser vê erdnigharîyê wek bira bijîn û ji hev bawer bikin.  Lewra ev mesele di navbera Kurdan û gelên din de dibe sedema dijminantîyê. Meseleya Filistîn û Kurdan du problemên sereke yên erdigarîya Îslamê ne. Ev her du mesele piştî ku Rojhilata Navîn ji teref emperyalîstan ve hat parçekirin re derket holê û ev bi salan e ku nayê xwestin ev mesele bên çareserkirin. Ji ber vê yekê ev mesele dibe sedema gelek probleman. Heta ku ev her du mesele neyên çareserkirin ew ê li vê erdnigarîyê rihetî û aramî hakim nebe. “

Ji dewletan bangewazî: Kurd birayê we ne

Kilinç di dawîya hevpeyvîna xwe de bang li hikûmet û rayedarên Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê  kir û wisa got: “Ey ew kesên ku cîranên Kurdan in! Kurd birayê we ne. Çawa ku Tirk, Ereb û Faris xwedî maf in bi heman awayî Kurd jî xwedîyê heman mafan in. Divê wisa be. Ev maf him Îslamî û him jî însanî ne. Ger hûn guh nadin mafên Îslamî wê demê guh bidin mafên însanî û mafên Kurdan bidin wan. Bi Kurdan re dijminantîyê nekin. Bi edaletê bi Kurdan re muamele bikin. Werin em problemên vî gelê  mezlûm ê ku lê neheqî hatiye kirin di çarçoveya heq û edaletê de pêkve çareser bikin. Ev yek mesûlîyeteke Îslamî û însanî ye.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir