• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
IHO-EBRAR ji zarokan re alîkarîya cil û bergan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî IHO-EBRARa ku di sala 2013an de hat damezrandin û ji roja ku hatiye damezrandin vir ve ji kesên êtîm, feqîr, jar û mixtac re alîkarî dike xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne.

IHO-EBRAR vêcarê jî çû hewara kesên feqîr û jar. Komele bi navbeynkarîya Kerwana Umudê li Yildirima navçeya Bûrsayê ji kesên êtîm û feqîr re alîkarî kir.

Derbarê alîkarîya ku hat kirin de Temsîlkarê Tirkîyê yê IHO-EBRARê Sabahattîn Ugar daxuyanîyek da.

Ugar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “Me ji wan malbatên ku ji teref Kerwana Umudê ve hatine tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan û pêlavan kir. Çawa ku em li gelek warên cîhanê ji însanan re dibin alîkar bi heman awayî îro li Yildirima Bûrsayê ji kesên feqîr û jar re di bergeha alîkarîyên zivistanê de dibin alîkar. Me ji kesên êtîm û jar re alîkarî kir. Xweda xêrê wan kesên xêrxwaz qebûl bike.”(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir