• DOLAR 32.604
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2496.757
  • ...
Îshak Saglam: Amerîka talankarîyê kiriye polîtîkaya dewletê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê talana ku ji teref Amerîkayê ve li welatên Îslamê tên kirin, gefên ku Amerîka li Iraqê dixwe û derheqê sînordarkirinên ku li hember Hareketa BDSyê tên kirin de nirxandinên balkêş kir.

Temamê nirxandina rojeva derve ya ku ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve hatiye kirin wisa ye:

Daxuyanîyên Trump ên derheqê Trump de

Serokê Amerîkayê Donald Trump di wan rojên borî de daxuyanîyek da û destnîşan kir wezîfeya leşkerên Amerîkayê yên ku li Sûrîyê mane girtina neftê ye. Amerîkaya ku bi sozên nûtî, demokrasî û azadîyê ji Efxanistanê vir ve xebatên xwe yên îşxal û talanê zêde kiriye herî dawî midaxeleyî Sûrîyê kir û li wê derê alozîya heyî zêdetir kir û çalên neftê xist bin kontrola xwe. Amerîka berî niha derheqê polîtîkaya xwe ya neftê de diyar kiribû ku “ew nehiştine ku neft têkeve destên komên niyet xirab”; lê belê Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kiribû “neft hebe ez ê bistînim” ku ev daxuyanî wê gotina berî niha ji holê rakiriye. Ew mudaxeleya ku bi soza demokrasîyê hat kirin bi talankirina çavkanîyên xwezayî berdewam dike û tê armanckirin ku şîrketên neftên yên Amerîkayî li herêmê fealîyetên talanê bidomînin. Amerîkaya ku li Iraq û Lîbyayê jî di warê çavkanîyên xwezayî de heman polîtîkayan dimeşîne, talankirinê ji xwe re xistiye polîtîkaya dewletê.

Amerîka him dibe sedema kuştina însanan,  him dibe sedema bêîstîqrarîyê û him jî çavkanîyên xwezayî yên welatan talan dike. Divê temamê baregahên leşkerî yên li van welatan bên girtin û ew hincetên ku Amerîka wanan ji xwe re sedema mudaxelê dibîne bi rêya gotûbêjên aştîyane bên çareserkirin. Heka ev yek neyê kirin ew talan û îşxala ku dibe sedema bêîstîqrarîya mayînde ya ku bi Afxanistan û Iraqê dest pê kiriye dê bi Sûrîyê sînordar nemîne û temamê welatên li herêmê bide ber xwe.

Gefa ku ji teref Birêveberîya Amerîkayê ve li Iraqê hat xwarin

Piştî ku Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Giştî yê Haşdî Şabî bi terora Amerîkayê li Iraqê hatin kuştin re ji bo hêzên Amerîkayê ji welat bên derxistin gaveke qanûnî hat avêtin.Lê belê Amerîka gefê li birêveberîya Iraqê xwar û destnîşan kir ger birêveberîya Iraqê leşkeran ji welêt bişîne ew ê di warê Bankaya Federal a New Yorkê ya ku rezervên Bankaya Navendî ya Iraqê di destê xwe de digire asteng bike. Dema ku ew çalakîyên ku ji meha Îlonê vir bi hinceta “bêîstîqrarîya aborî” dest pê kirin û tê de bi sedan kes canê xwe ji dest dane li ber çavan bê girtin  wê demê tê famkirin ku Amerîka bi vê gefa ku li Iraqê dixwe dixwaze ku li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin.Lewra ji vê hisaba ku dahatên neftê tê de ne, meaş û heqên îhaleyan tê dayîn. Ger di vî warî de pêwendî bê astengkirin wê demê ev tê wateya hilweşîna aborîyê. Amerîkayê ku di salên 2015an de bi gelek hincetan Iraqê di vî warî de asteng kir hebûna xwe ya leşkerî ya li Iraqê zêde kir û gelek operasyonên ku pê hiqûqa navneteweyî tên  binpêkirin kir.

Amerîkayê ku dolar û aborîyê wek çekekî bi kar tîne, hewl dide siyasetên welatên cîhanê bi hebûna xwe ya aborî têxe bin kontrola xwe û ji bo vê yekê li dijî gelek welatan mueyyîdeyan dide destpêkirin. Bankaya Federal a New Yorkê, 250 bankayên navendî û hisabên gelek sazîyên fermî yên biyanî di destê xwe de digire. Gefa ku ji ser vê bankê li Iraqê tê kirin wê eşqîyatîya Amerîkayê cardin nîşan daye. Ew eşqîyayê kûrewî dema ku zirar ji berjewendîyên wî re bê dayîn wê demê ji temamê dinyayê re peyamê dide ku ew ê dest deyne li ser dahatên fermî û meşrû yên wan kesên ku li ber berjewendîyên wî asteng in. Divê li dijî van gavên îllegal ên Amerîkayê gavên ku zordarîya wî bişîkîne bên avêtin û di warê Iraqê de pêvajoya reformê ya siyasî, leşkerî û aborîya xweser bê destpêkirin.  Heke ev yek neyê kirin ew ê zordarîya Amerîka ya leşkerî û aborî di serî de gefê li Iraqê û bi giştî li temamê welatên li herêmê bixwe. Ev yek cardin nîşan daye ku ew bêperwatîya Amerîka ya ku hiqûqê binpê dike demildest bê rawestandin.

Sînordarkirinên ku li hember Hareketa BDSyê tên kirin

Ji bo zexta siyasî û aborî li ser rejîma îşxalê bê zêdekirin hareketeke bi navê “Teşebûsa Ji Bo Filistînê Îsraîlê Boykot Bikin” hatibû damezrandin ku ev hareket bi xebatên xwe yên çalak ên boykotê li cîhanê deng da û gelek fîrmayên navneteweyî bi banga vê hareketê pêwendîyên xwe yên bi rejîma îşxalê re qut kirine û fealîyetên xwe yên bi wan re sînordar kirine. Hinek welat vê sazîyê û xebatên wê xistine bergeha sûcê ku ev yek tê wateya ev welat şirîkê rejîma îşxalê ne.

Li hember vê hareketa ku darbe li aborîya rejîma îşxalê da li Amerîka û hinek welatên Avrûpayê  gavin hatin avêtin ku ev gav ji bo aborîya rejîma îşxalê bê rizgarkirin û ji bo civaka navneteweyî  di vî warî de haydar nebe hatin avêtin. Her sala ku derbas dibe bi daxwaza rejîma îşxalê zext û zordarîya li ser vê hereketê zêdetir dibe û ji bo xebatên wê bikevin bergeha sûcê gav tên avêtin.  Divê ew dewletên ku terefdarê Filistînê ne li vê  hereket û fealîyetên wê xwedî derkevin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir