• DOLAR 32.36
  • EURO 35.123
  • ALTIN 2323.15
  • ...
Koça sîwîlên li Îdlîbê hêj berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan bi bang û lihevkirina Rûsya û Tirkîyê li Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin. Lê belê ev 2 roj e ku rejîma Sûrîyê êrîşî Îdlîbê dike. Ji ber êrîşên ku ev du roj in berdewam dikin nêzî 13 hezar kesên sîwîl koçî ber bi sînora Tirkîyê kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hinek kesên sîwîl ên ku Îdlîbê terk dikin berê xwe didin wan herêmên ku li Sûrîyê di bin kontrola Tirkîyê de ne.

Heta niha ji ber êrîşan 350 hezar kesên sîwîl Îdlîbê terk kirin. Koçber di vê demsala zivistanê de di nav şert û mercên giran de hewl didin bijîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir