• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah di salvegera 20emîn de  peyama “17ê Çileyê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbûllah ve  ji ber minasebata salvegera 20emîn a şehadeta Huseyîn Velîogluyê rêberê damezrîner ê Cemaata Hîzbullah peyamek hat weşandin.Di peyama ku hat weşandin de derheqê geşedanên ku li ser erdnigarîya Îslamê rû didin, azadîya Qudsê, meseleya Kurd, biratîya Îslamê û derheqê êrîşên ku li sazîya malbatê tên kirin de nirxandinên balkêş hat kirin.

“Divê heqên Îslamî û însanî yên gele Kurd ê Misliman bê dayîn, ew êş û elemên ku polîtîkayên nîjadperest ji wan re bûne sedem ji holê bên rakirin”

Di peyama ku belavkirin de derheqê mafên Îslamî û însanî yên Kurdan de wiha hat gotin:“Ev bû demek dirêj ku em dibêjin; divê heqên Îslamî û însanî yên gele Kurd ê Misliman bê dayîn, ew êş û elemên ku polîtîkayên nîjadperest ji wan re bûne sedem ji holê bên rakirin û xalên ku ji emperyalîstan re dibin malzeme bên berterefkirin. Em ê di vî warî de îqazên xwe yên ji bo gelê xwe yê Misliman û camîayên Îslamî bidomînin. Em bi xemgînî diyar dikin ku ew zimanê ku dilê mirovan dihêle, însanan ji hev cûda dike û nîjadperest e, hêj hakim e û ji holê nehatiye rakirin û di vê mijarê de hêj gaveke erênî nehatiye avêtin û ji bo vê yekê niyetek jî di holê de tune ye.”

“Dijminên Îslamê bi planên şeytanî û veşartî êrîş dibin li ser malbatê; hewl didin terbîye, nîzam û dorhêla malbatê ji holê rabikin û hewl didin civaka Misliman ji hêla exlaqê ve xera bikin”

Di berdewama peyamê de derheqê êrîşên ku li sazîya malbatê tên kirin de hişyarî li malbatan hat kirin û hat gotin: “Dijminên Îslamê bi planên şeytanî û veşartî êrîş dibin li ser malbatê; hewl didin terbîye, nîzam û dorhêla malbatê ji holê rabikin û hewl didin civaka Misliman ji hêla exlaqê ve xera bikin. Di qada ferazî de  jiyanên ne rast ên ku tu eleqeya wan bi jiyana rastî re tune ye pêşkeşî însanan me dikin. Nexasim berê malbatê didin bêhizûrîyê, ehemmîyet nedayîna malbatê û lêgerîna hinek warên din û dixwazin malbatê ji holê rakin.

Di serî de ew kesên ku li welêt li wan meqamên mesûlîyetê ne û di destên wan de raye hene divê li dijî vê êrîşa bêheya ya ku li ser xelkê me tê ferzkirin seferberîyê bidin destpêkirin.  Divê mezinên malbatê vê mijarê wek mijareke ji rêzê nebînin û înîsîyatîf û berxwedaneke mezin a sîwîl  bidin destpêkirin. Birayên me di vî warî de çi ji destên wan tê divê bikin. Divê di serî de xebatê bidin  destpêkirin da ku xortên malbata wan ji malbata xwe qut nebin.  Ev bû demek dirêj di serî de rêxistina mufsîd û murted di civakê de peyv û têgehên  xemilandî bi kar tîne û dixwaze pîrekên me ji iffet û namûsa xwe dûr bikevin. Mixabin îqtîdar  û şaxên wî yên sîyasî bi xwe jî  ji vê yekê re bûne alet. Ger ev yek îxaneteke bizanebûn nîn be, wê demê dîsa curmeke gelekî mezin tê kirin. Li dijî vê yekê sekinînin wezîfeya temamê Mislimanan e.”

“Camîayên dîndar û muhafazakar li fikra nîjadperestîyê ya ku ji şîarên Kemalîzmê ye xwedî derdikevin ku ev yek Kemalîstan bi curetkar kiriye”

Di berdewama peyamê de zirara ku zîhnîyeta Kemalîst dide Mislimanan hat nirxandin û dû re wiha gotin: “Camîayên dîndar û muhafazakar li fikra nîjadperestîyê ya ku ji şîarên Kemalîzmê ye xwedî derdikevin ku ev yek Kemalîstan bi curetkar kiriye. Ji ber ku nîjad ji teref muhafazakaran ve tê pîrozandin, ew mîhraqên Kemalîst wan putên xwe wek sembol û rizgarkerê nîjadê didin nîşandan û dikevin şîrkê û wê putê wek îlah didin nasîn û vê yekê bi şikleke organîzekirî tînin rojevê. Ew kêmanîya Kemalîstan ev bû qernek di bin navê dijmintîya Îslamê de dixwaze putperestîyê belav bike, lê belê di roja me ya îro de vê yekê bi zarokên Mislimanan didin kirin ku ev yek ji bo wan kesên dîndar rewşeke gelek bi êş û jan e.

Bedelên ku di esra dawî de gelê me yê Misliman daye û umudên wan ji îhtrasên îqtîdarê û îqbalên şexsî re tên qurbankirin û di vê heyama ku em tê de ne welat ji kêmanîya Kemalîst re hatiye teslîmkirin ku ev yek gelek bi ibret e. Îro zihniyeta Kemalîst ne li îqtîdarê ye; lê belê ev zîhnîyet li kolanan êrîşî xuşkên me yên bi hîcab dike, li ber putan zarokên me dide secdekirin û putperestîyê hînî wan dike.  Divê camîayên Îslamê û gelê me yê Misliman vê yekê zanibe; dema ku ev zihnîyet were îqtîdarê û hakîmîyet bikeve destê wî dê tiştên xirabtir bike. Ger îro li dijî van tiştan neyê sekinîn, sibe dê dereng be û ew ê problemên mezintir derkevin holê û ew ê bedelên mezintir bên dayîn.”

“Ji bo rizgarîya Qudsê Cemaata Hîzbûllah amade ye ku bedel bide”

Di berdewama peyamê de bal hatin kişandin li ser rizgarkirina Qudsê û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ewlehîya erdnigarîya Îslamê bi ewlehîya Qudsê ve girêdayî ye. Berî niha jî me bang kiribû û dîsa em di vê çarçovê de ji îdarevanên welatên Îslamê re û ji temamê camîayên Îslamî re wisa bang dikin: Divê em wan lihevnekirin û nakokîyên di nav xwe de terk bikin û ji bo siyonîstên dijminê Îslamê ji axên xwe derînin seferber bibin. Em cardin dibêjin ji bo rizgarîya Qudsê em wek Cemaata Hîzbûllah amade ne ku bedel bidin.”

 

 

Temamê peyama ku Edîb Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbûllah  weşandiye:

Silav û rehm û bereket Xweda li ser we be.

Hemd ji Wî Xwedayî re be ku Wî, însan ji tunebûnê xuliqand, ji hebûna xwe haydar kir, dijîne, diparêze ku ew ê însan piştî mirinê cardin lê vegere. Salat û selam li ser Hz. Muhammed be ku ew  ji aleman re wek rehmet hatiye şandin û ji bo însanan mînakê herî delal û xweşik e.

Rêberê me Huseyîn Velîogluyê ezîz ê ku damezrînerê Cemaata Hîzbûllah bû di 17ê Çileya sala 2000î de li Beykoza Stenbolê ji teref hêzên rejîma Kemalîst ve hat şehîdkirin ku em wî bi rehmet û minnet yad dikin û bi bîr tînin. Ez ji Xweda dixwazim ku me digel wî li cennetê di bin sancaxa Pêxemberê me de bîne ba hev.

Em şehadeta Rêberê xwe Şehîd  Huseyîn Velîogluyê ku di şert û mercên wê rojê de digot ku “Ger em nebin yek, herî zêde em ê Misliman zirarê û tehdeyîyê bibînin” û balan dikşand li ser planên sed salane yên ku ji teref emperyalîstan ve dihat xwestin li ser van axan bên tetbîqkirin, pîroz û tebrîk dikin û em cardin dibêjin ku em ê li wê mîrasa pîroz a ku ji me re hiştiye xwedî derkevin.

Şehîd Rêber, berî vê 40 salan rewş û xetereya ku li benda me bû, taxmîn kiribû û ji bo li gorî vê tedbîrê bistîne bi şev û roj qet ne sekinîbû û heta ku şehîd bibe xebitî. Dema ku em vê tabloya ku ji teref Şehîd Rêber ve dihat diyarkirin û wan problemên îro û geşedanên dawî yên îro bidin ber hev, wê demê em ê baş bibînin ku ew bi feraset û basîreteke çi qas mezin hereket kiriye û em ê jê haydar bibin ku ew mîraseke çi qas bi qedr û qiymet ji me re hiştiye.

Ez bi vê minasebetê dixwazim ku ji bo wan birayên xwe yên ku milê xwe dane ber barê dawa Îslamê û yên ku ji bo vê yekê namzed in.

Xuşk û birayên min ên xort!

Ji bîr nekin ku kesê mirin û jiyanê afirandiye Xweda ye. Milk ê Wî ye, em tev aîdî Wî ne û em ê bal Wî ve vegerin. Em ê rojekê ji vê cîhanê veqetin û ji amelên xwe yên ku me li vê dinyayê kirine li ba Wî hesabê bidin. Tiştê divê bê kirin ev e: Divê em amelên ku Xweda ji wan razî be bikin û îmtîhana xwe bi şikleke herî baş bidin.

Rebbê me di  rojekê de ango di 24 seatên rojekê de ji bo jiyana me bernameyek diyar kiriye. Ji ber vê yekê divê temamê jiyana me di çarçoveya vê bernamê de be. Hûn jî dizanin ku
 bar û mesûlîyeta me giran e û wextê me jî kêm e. Ji ber vê yekê ji bo plan, davik û hîleyên şeytanî yên mustekbîran bên astengkirin û ji bo ji ummeta Îslamê  rêya rizgarîyê bê nîşandan pêwîst e ku temamê jiyana me li gorî vê bernamê be. Rebbê me di ayeta kerîm de dibêje “Dema ku tu karê te nema hema karekî din bike û bes berê xwe bide Rebbê xwe”(Înşîrah7-8) Divê hûn li gorî vê ayetê hereket bikin, di her wextê xwe de wezîfeya xwe evdîtîyê bi cî bînin, karên ku ji Îslam û Mislimanan re feydeya wan heye bikin û ji temamê kar, nivîs, gotin, fiil û meşxûlîyetên ku feydaya wan ji axret û dinyayê re tune ye terk bikin.

Ey xuşk û birayên min ên ku dînê Xweda ji xwe re kirine derd û xem! Divê hûn hedîsa “kesê/a ku du rojên wî/ê wek hev bin di ziyan û xisarê de ye” ji xwe re bikin dûstur. Divê hûn guh bidin tewsîyeya Pêxemberê me û ji zirarê xwe muhafeze bikin. Qur’anê bixwînin! Hedîsan bixwînin! Jiyana Selefî Salîhîn bixwînin!  Tewsîye û jiyanên wan alimên me yên ku bi can û malê xwe li vê erdnigarîyê ji bo vê civakê xebitîne bixwînin! Jiyana wan  fedakarên ku berî we micadele dane û dîroka cemaatê bixwînin! Di çarçoveya armanca xuliqînê de tahlîlan bikin û li ser vê yekê  tefekkur bikin! Ji bo wan neslên ku dê werin bibin nimûne!

 “Dema ku ji bo karên ku dê jiyanê bidin we bang hat kirin îcabetî Xweda û Resûlê Wî bikin.”(Enfal:24)

Ilm nûr û heyat e. Kesên ku dizanin û nizanin ne wek hev in. Ger mirov di warê fikr û ilmê de ber  kamilbûnê ve neçe dibe ku gelek xeta û xeletîyên mezin bike. Fermana ewil a Îslamê “Bixwîne” ye.  Xwendin li hember Xweda zanîna hal û haddê xwe ye. Tetbîqkirina jiyana xwe ya wan tiştên ku hatine xwendin, ji xwendinê jî muhîmtir e.  Ew kesên ku tiştên xwendiye di jiyana xwe de tetbîq nakin jî dê ji tiştên ku ew ê bibêjin bawer nekin.  Ji bo temamê kesên weke ku bawer kirine najîn û ew tiştên ku xwendine di amel û îhlasê de xwe nîşan nadin xetere heye.

Divê hûn haya xwe ji helwest, bertek, nivîs û gotinên xwe bikin da ku Misliman û doza me zirar nebînin. Ji bîr nekin ku hûn ne wekî însanekî ji rêzê yê li derve ne. Ger hinek kes di nav heremîyan û gunahan de bixeniqin jî tu kes serê xwe bi wan naêşîne, lê belê ger hûn xeta û xeletîyeke biçûk bikin ew ê ev yek ji bo hinek kesan bibe hincet û ew ê êrîş bibin li ser doza me.

Bi wan tiştên ku hûn hîn bûne amel bikin da ku hûn karibin barê vê doza mibarek ber bi îstîqametê ve bibin. Di fikr, helwest û bertekên xwe de berê xwe ji îfrat û tefrîtê veqetînin û haya xwe ji vê yekê bikin.  Di her wext û her derî de Resûlê Xwedê ji xwe re mînak bistînin, ezm û cehd bikin da ku hûn bibin xwedîyê exlaqê wî, sunneta wî bijîn da ku însan xweşikbûn û delalbûna Îslamê di şexsê we de bibînin. Ji bîr nekin hûn bi gotin û helwestên xwe bes xwe temsîl nakin, bi heman awayî vê doza mibarek jî temsîl dikin.

Di micadeleya Îslamî de ezm, kelecan û xeyreta xwe qet winda nekin. Ezm û cehda xwe wek ya roja ewil taze û zindî bigirin. Divê di bûyîna wesîleya hîdayeta însanan de hûn qet şist û bêhêvî nebin; bereqs divê hûn her roja ku derbas bû şewq û îştîyaqa xwe zêdetir bikin. Ew kesên ku bi qelem, ziman û destên xwe êrîş dibin li ser we divê qetîyen daxwaza we neşkînin û zirarê nedinê. Di vê pêvajoyê de divê hûn ji bo hîdayet bibînin çi ji destê we te bikin û hewl bidin.

Dema ku we medyaya civakî bi kar anî ji bîr nekin digel feydeya wê zirarên wê jî hene. Bizanibin ku dijminên Îslamê we taqîb dikin, tiştên ku hûn dikin qeyd dikin û ji bo êrîşî we bikin li pey hincetan de ne. Parvekirineke we ya xelet di şexsê we de dê zirarê bide heval û doza we.

Ji bo hûn nekevin xefletê û ji bo îstîqrara di xizmetên Îslamî de her tim Rebbê xwe bi bîr bînin û pêwendîya xwe ya pê re baş û geş bikin. Divê qetîyen hûn Wî ji bîr nekin û ji ber xeta û gunehên xwe jê efûkirinê bixwazin û tewbe bikin. Û divê hûn fazîleta vegerîna ji xeletî  û gunehan bizanibin. Xweda me hemûyan dibîne.  Divê hedefa we ya sereke riza û hezkirina Xwedê be.

Divê birayên me yên ciwan xwe ji bo hilgirtina barê doza Îslamê amade û perwerde bikin.  Divê ji tecrube û danehevên pêşîvanên xwe îstîfade bikin û di vê çaroveyê de wext û enerjîya xwe ji bo micadeleya Îslamî xerc bikin da ku micadeleya Îslamî pêşvetir here.

Dost û hevalên min ên dozê yên bi qedr û qiymet ên ku zêdetirî 30-40 salî em pêkve di micade didin!

We bi fedakarîya ku bi mal û canê xwe kir, bi jiyana xwe ya muhacerat û zindanê û bi îşkenceyên ku di oxira dozê de li we hatin kirin, dozê anîn van rojan.

Dayik û xuşkên me, her tim mêvanan di malên xwe de ezimandin, li dijî zehmetî û musîbetan sebir kirin, di rojên herî dijwar û zehmet ên dozê de ji zilam, bira û zarokên xwe re bûn destek û dema ku vê yekê kirin qet aciz nebûn û xwe nedan paş ku ev tiştên ku kirine fedakarîyeke pir mezin e. Jin û mêr û temamê endamên dozê li dijî ambargo, muhacerat, binçavî, îşkence, zindan, êrîş û şehadetan  sebr û sebat kirin û li dawê xwedî derketin ku ev yek pir bi qedr û qiymet e.  Lê belê a herî muhîm ew e ku piştî ev qas zehmetîyan di derdora rehetî û xweşîyê de jî kirina xizmetê û ji dozê venekişîn jî pir  muhîm e. Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku temamê xuşk û birayên me bi mukafata herî mezin bên mukafatkirin, temamê gunehên wan bên efûkirin û li ser  hewza Kewserê bên ba Pêxemberê me.

Birayên min û dostên min ên dawê!

Dema ku em pêkve ji bo vê dozê ketin rê, tu kes ji me mal û meqamên dunyevî ji xwe re nekir derd û xem. Em xort bûn û bes ji bo qezenckirina riza Xwedê me da rê. Me malê dinyayê, mal û milkê xwe û hetta hezkirîyên xwe di vê oxirê de feda kir û me gelek rojên zor û zehmet û gelek zehmetîyan li pey xwe hişt û em gihaştin van rojan.  Ji bo tiştên ku me ew feda kirin em qet ne poşîman in û em bextewar û şadin ku me ew di rêya Xwedê de feda kirine; lewra ew tiştên ku me ew  feda kirine tev ji bo me qezenc in. Bêşiphe ew ê bi şikleke herî zêde mukafata van ji Muminan re bê dayîn. Digel vê ew ê îmtîhan heta nefesa dawî jî berdewam bike. Divê em li dijî tezyînên dinyayê, arzûyên nefsanî û wesweseyên şeytan hişyar bin. Divê em zanibin ku xwedîyê temamê tiştên ku di destên me de ne Xweda ye û divê em di vî warî de nekevin xefletê û divê em vanan di oxira Wî de înfaq bikin û xwe nedin paş.

 “Her kî/ê sewab û mukafata dinyayê bixwaze, bila bizanibe ku li qeta Xweda him sewab û mukafata axretê û him jî ya dinyayê heye. Xweda bi heqê wê dibihîze û bi heqqê wê dibîne.”(Nîsa:134)

“Hûn malê demkî ya dinyayê dixwazin, lê Xweda ji bo we axretê dixwaze.”(Enfal:87)

Xuşk û birayên min! Divê em xwe nedin paş û divê em di rêya Îslamê de seferber bibin û fealîyet û amelên ku pê Rebbê me razî bibe bikin. Şerefa kirina xizmeta ji bo dînê Wî nabe nesîbê her kesî. Ji bo vê yekê em çi qas şikir jî bikin hindik e.

Di vî warî de wezîfeyeke taybet dikeve para birayên me. Temamê birayên me wezîfedar in ku pêşî zarokên xwe û malbata xwe ji agir muhafeze bikin. Divê birayên me digel zarokên xwe bibin mîmak da ku zarokên nasên wan jî bibin kesên salih. Bavekî ku ji zarokên xwe re bibe mînakekî nebaş, nikare êdî tiştekî jî ji zarokên xwe re bibêje. Bûyîna mînakê bes bi gotinê nabe û divê meriv di  jiyana xwe de  de xwedîyê vê yekê be û exlaqa Îslamê di jiyana xwe de tetbîq bike.

Xuşk û birayên me! Divê malê her yekî ji we bibe dergûş û mekteba Îslamê. Ger di malekê de ew qanalên televîzyonê yên ku di wan de fîlmên xeyrî Îslamî tên lîstandin hebin û di wê malê de mezinên malê wan qanalan temaşe bikin, dê û bavê di wê malê de bi telefonên bi aqil bilîzin û temamê wextên xwe heba bikin wê demê ne mimkûn e ku zarokên ku di wê malê de dijîn bibin xwedîyê exlaqa Îslamî. Ger di malekê de Qur’ana Kerîm û hedîs tê xwendin û hifzkirin, digel zarokan nimêja bi cemaat tê kirin, dersên Îslamî tên kirin, weşanên li Îslamî û bi feyde tê taqîbkirin wê demê tê famkirin ku ji bo zarok bibin xwedîyê exlaqa Îslamî dorhêleke bi feyde hatiye amadekirin.

Dijminên Îslamê bi planên şeytanî û veşartî êrîş dibin li ser malbatê; hewl didin terbîye, nîzam û dorhêla malbatê ji holê rabikin û hewl didin civaka Misliman ji hêla exlaqê ve xera bikin. Di qada ferazî de  jiyanên ne rast ên ku tu eleqeya wan bi jiyana rastî re tune ye pêşkeşî însanan me dikin. Nexasim berê malbatê didin bêhizûrîyê, ehemmîyet nedayîna malbatê û lêgerîna hinek warên din û dixwazin malbatê ji holê rakin.

Di serî de ew kesên li welêt li wan meqamên mesûlîyetê ne û di destên wan de raye hene, divê li dijî vê êrîşa bêheya ya ku li ser xelkê me tê ferzkirin seferberîyê bidin destpêkirin.  Divê mezinên malbatê vê mijarê wek mijareke ji rêzê nebînin û înîsîyatîf û berxwedaneke mezin a sîwîl  bidin destpêkirin. Birayên me di vî warî de çi ji destên wan tê divê bikin. Divê di serî de xebatê bidin  destpêkirin da ku xortên malbata wan ji malbata xwe qut nebin.  Ev bû demek dirêj di serî de rêxistina mufsîd û murted di civakê de peyv û têgehên  xemilandî bi kar tîne û dixwaze pîrekên me ji iffet û namûsa xwe dûr bikevin. Mixabin îqtîdar  û şaxên wî yên sîyasî bi xwe jî  ji vê yekê re bûne alet. Ger ev yek îxaneteke bizanebûn nîn be wê demê dîsa curmeke gelekî mezin tê kirin. Li dijî vê yekê sekinînin wezîfeya temamê Mislimanan e.

Birayên me divê qetîyen malbatên xwe îhmal nekin. Herî kêm bi qasî ehemîyeta ku dide mekteba zarokên xwe, divê ehemîyetê bide perwerdehîya Îslamî ya zarokên xwe û ji bo zarokên wî bibin xwedîyê zanist, ilm û meharetê da ku karibin wezîfeya xwe ya evdîtîyê ya li hember Xwedê bi cî bînin. Divê di vî warî de her kes di çarçoveya bernameyekê de hereket bike û ji bo zarok û malbata xwe tiştên bi feyde bike. Ew kesên ku  di vî warî de malbata xwe îhmal dikin, zêde wext derbas nabe ku ew ê ji ber problemên malbatî nikaribin karên din jî bi heqê wê bikin. Rebbê min, ji neslên me neslên salih, abid, dawetvan û muttaqî derîne. Wanan ji şerr û xefkên şeytanên ins û cins muhafeze bike. Rebbê min bike nesîb ku bi destên wan însan li ser van axan di bin ala Îslamê de em wek bira bijîn, îşxalker ji van axan bên derxistin û  adelata Îslamê li ser van axan hakim bibe. Rebbê min van rojan bike nesîbê me.

Xuşkên min ên muhterem! Ji bîr nekin ku qîz û law ango nesil ji ber destên we derbas dibin. Hûn ê wan Selahaddînên ku dê Qudsê azad bikin perwerde bikin. Digel vê yekê hûn dizanin ku hêzên şer ên ku li ser civakê dixebitin îffet û malbata pîrekê û pîrekê bi xwe dixin hedefa xwe. Dema ku we qîzên xwe mezin û perwerde kir divê hûn gelek zêde haydar bin û divê ji emrê biçûk ve îbadet û tesetturê hînî wan bikin. Divê di her halî de hûn mahremîyeta malbatê muhafeze bikin û divê di malbatê de cî nedin dorhêla xeyrî Îslamî. Ger her yek ji we li derdora xwe bibe keseke ku Xweda tîne bîra mirovan, di qencîyê de dikevin pêşbirkê û di hal, hareketî fiil û gotinên xwe de bibin dawevaneke nimûne wê demê rizgarîya gelê me bi izna Xwedê dê bi destê wê çêbibe. Divê hûn li hember nasên xwe, nexasim jî nas û mezinên mêrê xwe- ger di wan de problem hebe jî- di qencî, hûrmet û xizmetê de qisûrê nekin.

Divê hûn haya xwe ji hal û hareketên xwe bikin da ku di serî de nasên we û her wisa însanên derdora we ji doza me dûr nekevin. Çawa ku hûn bi tesettura xwe ji derdorê re dibin mînak, bi hewam awayî bi exlaq, edeb, hurmet, hezkirin û hûrmeta li hember biçûk  û mezinan  jî bibin mînaka herî xweşik. Ji bo rizgarîya axreta însanên me divê hûn fedakarîyan bikin.

Ez dixwazin ji wan birayên xwe yên ku di rabirdûyê de ji dozê re xizmet kirine û niha  xwe ji dozê dane paş vê yekê bibêjim: Heqdar an neheqdar ji ber ji sedemê dibe bila bibe yek ji van jî nehincet in ku xwe ji kirina xizmeta dînê Xwedê bidin paş. Ez dizanim ew birayên me yên ku xwe dane paş û li koşekê rûniştine di wextên zor û zehmet û muhîm de gelek fedakarîyan kirin. Lê belê malbatên me hildiweşin, zarokên me ji destên me diçin, li erdnigarîya me operasyonên gelek mezin tên îcrakirin. Her roja ku diçe ji kîsî me diçe.Ger em li dijî kufrê pêkve xebatan nekin, em ê bibin sedem ku însanên me bibin êmê şeytan û leşkerên wî ku ev yek jî mesûlîyetek pir mezin e. Ji bo vê yekê divê hûn axret û zarokên xwe bifikirin û ji xwe re rûpeleke nû vekin da ku di nav xizmetê de cihê xwe bigirin û amelên we heba nebin.

Camîayên dîndar û muhafazakar li fikra nîjadperestîyê ya ku ji şîarên Kemalîzmê ye xwedî derdikevin ku ev yek Kemalîstan bi curetkar kiriye. Ji ber ku nîjad ji teref muhafazakaran ve tê pîrozandin, ew mîhraqên Kemalîst wan putên xwe wek sembol û rizgarkerê nîjad didin nîşandan û dikevin şîrkê û wê putê wek îlah didin nasîn û vê yekê bi şikleke organîzekirî tînin rojevê. Ew kêmanîya Kemalîstan ev bû qernek di bin navê dijmintîya Îslamê de dixwaze putperestîyê belav bike, lê belê di roja me ya îro de vê yekê bi zarokên Mislimanan didin kirin ku ev yek ji bo wan kesên dîndar rewşeke gelek bi êş û jan e.

Bedelên ku di esra dawî de gelê me yê Misliman daye û umudên wan ji îhtrasên îqtîdarê û îqbalên şexsî re tên qurbankirin û di vê heyama ku em tê de ne welat ji kêmanîya Kemalîst re hatiye teslîmkirin ku ev yek gelek bi ibret e. Îro zihniyeta Kemalîst ne li îqtîdarê ye; lê belê ev zîhnîyet li kolanan êrîşî xuşkên me yên bi hîcab dike, li ber putan zarokên me dide secdekirin û putperestîyê hînî wan dike.  Divê camîayên Îslamê û gelê me yê Misliman vê yekê zanibe; dema ku ev zihnîyet were îqtîdarê û hakîmîyet bikeve destê wî dê tiştên xirabtir bike. Ger îro li dijî van tiştan neyê sekinîn, sibe dê deren be û ew problemên mezintir derkevin holê û ew ê bedelên mezintir bên dayîn.

Di vî warî de wezîfeyên mezin dikeve para temamê alim, rewşenbîrên Misliman, cemaat, tarîqat, Sazîyên Civakî yên Îslamî yên li vî welatî. Îro wextê gotina heqîyê û rastkirina xeletîyan e. Hemû kes mukellef e ku wezîfe û mesûlîyeta xwe bi cî bîne. Bila Rebbê min şahid be ku em bi bîr dixin û em ê vê bi bîrxistinê bidomînin.

Ev bû demek dirêj ku em dibêjin; divê heqên Îslamî û însanî yên gele Kurd ê Misliman bê dayîn, ew êş û elemên ku polîtîkayên nîjadperest ji wan re bûne sedem ji holê bên rakirin û xalên ku ji emperyalîstan re dibin malzeme bên berterefkirin. Em ê di vî warî de îqazên xwe yên ji bo gelê xwe yê Misliman û camîayên Îslamî bidomînin. Em bi xemgînî diyar dikin ku ew zimanê ku dilê mirovan dihêle, însanan ji hev cûda dike û nîjadperest e hêj hakim e û ji holê nehatiye rakirin û di vê mijarê de hêj gaveke erênî nehatiye avêtin û ji bo vê yekê niyetek jî di holê da tune ye.

Ger ew camîayên Îslamî dixwazin planên emperyalîstan bên xerakirin, wê demê divê tevde bibin yek û hewl bidin da ku mafên Îslamî û însanî yên Kurdan bê dayîn. Di vê mijarê de ji gotinên teorîk zêdetir divê gavên li ber çav bên avêtin. Heke ev yek neyê kirin em ê pêkve ber bi reşwên xirabtir ve biçin ku ev yek ji rewşa ku em derheqê wê de îqazan dikin dê xirabtir û nebaştir be.Hemû kesên ku dê bibin sedem xelkên me yên Misliman zirarên mezin bibînin û bi tahrîqên dijminan li erdnigarîya me alozî derkevin dê bibin şîrîkên wan curmên ku dê bên kirin. Kesên ku ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî û nîjadî erdnigarîya Îslamê davêje nava êgir dê nikaribin hisabê bidin Xwedê.

Ewlehîya erdnigarîya Îslamê bi ewlehîya Qudsê ve girêdayî ye. Berî niha jî me bang kiribû û dîsa em di vê çarçovê de ji îdarevanên welatên Îslamê re û ji temamê camîayên Îslamî re wisa bang dikin: Divê em wan lihevnekirin û nakokîyên di nav xwe de terk bikin û ji bo siyonîstên dijminê Îslamê ji axên xwe derînin seferber bibin. Em cardin dibêjin ji bo rizgarîya Qudsê em wek Cemaata Hîzbûllah amade ne ku bedel bidin.

Herî dawî ez dixwazim ji jin û mêr, xort û îxtîyar temamê birayên xwe re vê tewsîyê bikim; Li kû derê cîhanê dibe bila bibe li meşreb, mezheb û qewmê wan Mislimanên ku xwîna wan tê rijandin, neheqî û zilm wan tên kirin mêze nekin û ger ji we destên we fiilen tiştek neyê jî ji wan re dia bikin û lanetê li wan kafirên emperyalîst ên ku axên Îslamê îşxal kirine bînin.

Divê em li dijî xefk û hîleyên munafiq û kafiran hişyar  û bi dîqqet bin û hessas hereket bikin.

Hinek birayên me hene ku,  bi hîs, nefs û hestên xwe hereket dikin û bi gotin, helwest, nivîs û parvekirinên xwe bêhemdê xwe zirarê didin doz û xebatên me û dibin sedem ku di nav Mislimanan de hinek nîqaş derkevin. Divê ev birayên me di wextekî munasîb de bên îqazkirin, ger digel îqazên ku bên kirin ev birayên me helwestên xwe yên berê bidomînin, divê ew zanibin  û bibînin ku em nikarin wan ji tiştekî bihesibînin.

Ji bo ku Îslam, Misliman, doz û birayên me ji gotin, helwest, bertek û nivîsên me li tu derî û tu wextî zirarê nebînin em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku me bi nefs, îmkan û kabîlîyetên me re tenê nehêle. Divê em di gotin û helwestên xwe de bidîqqet bin.

Emanetî Xwedê bin. Birayê we Edîb Gumuş.

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir