• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Çavuşoglu: Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan di encama lihevkirina ku hatibûn kirin de ji bo Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin; lê belê doh rejîma Sûrîyê û Rûsya bi balafirên şer êrîş birin li ser Îdlîbê û di encama êrîşa ku hat kirin de 10 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û nêzî 20 kesan jî birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da destnîşan kir; ji ber êrîşan gelek sîwîl canê xwe ji dest dan û gelek sîwîl jî mecbûr man ku malên xwe terk bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû.Lê divê êrîş bên sekinandin, heke na ev bi vî awayî nameşe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir