Çavuşoglu: Hafter aştîyê naxwaze
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê destnîşan kir “Heqîqetek heye ku Hafter aştîyê naxwaze.”
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê Lîbya û Îdlîbê de daxuyanîyek da.
Çavuşoglu di daxuyanîya ku da de derbarê agirbesta ku Lîbyayê de destnîşan kir “Em bedbîn nînin. Heqîqetek heye ku Hafter aştîyê naxwaze. Ew ne terefdarê pêvajoya sîyasî ya çareserîya leşkerî ye.”
Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de di warê Îdlîbê de jî wisa got: “Ger li Îdlîbê di warê ewlehîya me de tiştek bibe em ê gavên pêwîst bavêjin. Ev yek li dijî rejîmê ne tehdîd e.”(ÎLKHA)