• DOLAR 32.513
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2434.734
  • ...
Şexsê ku 13 kesan kuştibû piştî 22 salan hat girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 22 salan li Çermîka navçeya Diyarbekirê ji ber pevçûn û lihevnekirina ku di navbera 2 malbatan de derketibû di dîrokên cûda de 13 kes hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbû. Kesê ku bersûcê qetilkirina 13 kesan û birîndarkirina 3 kesan bû ev bû 22 sal dihat lêgerîn hat girtin.

Derbarê mijarê ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; bersûcê bi navê K.Î. yê ku bi kuştina 13 kesan û birîndar kirina 3 kesan re têkilîya wî hebû di encama îxbara ku hat kirin de operasyon hat lidarxistin kesê bersûc li Çalitepeya gundê girêdayê Çermîka Diyarbekirê hat binçavkirin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir