• DOLAR 32.558
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2427.801
  • ...
Îranê îddîaya “ xistina xwarê ya balafirê” derewand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebîî îddîayên balafira rêwîyan a aîdî Rêyên Asîmanî ya Ukraynayê bi “mûşekan” hatiye xistin xwarê derewand.

Elî di daxuyanîya xwe ya nivîskî de destnîşan kir lêkolîn û tehqîqeta ku hatiye destpêkirin berdewam dike.

Elî di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê daxuyanîyên Amerîka de destnîşan kir, karê Amerîka derew e û dû re wiha got: “Ew operasyona Amerîka ya ku li ser derewan tê birêvebirin birîna malbatên wan kesên ku canê xwe ji dest dane kurtir dike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Abbas Musewî jî ji îddîayan re bertek nîşan da û ger welatên eleqedar beşdarî xebatan bibin ew ê kêfxweş bibin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir