• DOLAR 32.598
  • EURO 34.785
  • ALTIN 2404.927
  • ...
Yılmaz: Pêwîst e emperyalîst û siyonîst ji erdnigarîya Îslamê bên derxistin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mihemed Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameya “Rehber Gundem” a ku di Rehber TVyê de hat weşandin de rageşîya di navbera Îran û Amerîkayê de nirxand.

Yilmaz di nirxandina xwe ya ku kir de diyar kir, êdî wext hatiye ku Misliman vê pirsê “Çi karê te li erdnigarîya Îslamê heye” ji Amerîkayê bikin.

“Li ser erdnigarîya Îslamê ji bo berjewendîyên wî yên emperyalîst kî tehdîd be, kî dibe ku zirarê bidiyê ji b o wî hedef e”

Yilmaz di axavtina xwe de qala armancên Amerîka yên li ser erdnigarîya Îslamê kir û wiha got: “Armanca Amerîka ew e ku bi temametî li herêmê bi cî bibe û dû re dixwaze di serî de temamê dewlemendîyên erdnigarîya Îslamê û her wisa ya Asya û Afrîkayê dagir bike.  Lewra Amerîka dewleteke emperyalîst û eşqîya ye. Ango dema ku Amerîka hat damezrandin bi xwe jî li ser zilm û zordarîyê û li ser qetllîaman hat damezrandin. Xwedîyê zihniyeteke wisa ye û ev zihniyet berdewam dike.  Li ser erdnigarîya Îslamê ji bo berjewendîyên wî yên emperyalîst kî tehdîd be, kî dibe ku zirarê bidiyê ji b o wî hedef e.”

“Baregahên Amerîkayê  çavkanîyên  xebatên casûstîyê, îstîxbarat, fitn û fesadîyê ne”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Kî zirarê bide berjewendîyên Amerîka jê re ferq nake ew li mezheb, dîn, meşreb û welatê wî nanêre” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku kesek jê re bibe asteng wê demê Amerîka ji bo wê astengê ji holê rabike li hiqûqê nanêre û serî li temamê rêyên xeyrî meşrû dide û wê ji holê radike. Amerîka dixwaze ji xwe re birêbeverîyên pêlîstok amade bike. Dema ku em li sabiqaya Amerîkayê em dinêrin bi balafirên şer ên bêînsan bi hezaran qetlîam kiriye. Amerîka, li Pakistan û Efxanistanê  ji xwe re xwendekarên medresê dike hedef û êrîşî wargehên sîwîl dike û wan fermandar û rêberên ku ji xwe re gef dibîne dikuje. Amerîka ji warekî ku 10 hezar kîlometre dûr e tê û van qetlîaman dike. Amerîka li her derê erdnigarîya Îslamê ji xwe re baregahan saz kiriye. Ev  baregah  çavkanîya  xebatên casûstîyê, îstîxbarat, fitn û fesadîyê ne.”

“Îro pêdivîya me herî zêde ji yekîtî, digelhevî û wehdetê re heye”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêdivîya Mislimanan bi yekîtîyê heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li ser rûyê erdê zêdetir, milyar û nîv Misliman hene. Her yek ji van Mislimanan stîlek av birjîne ew ê Amerîka û çeteya îşxalê ya siyonîstan ji holê rabe;  lê ev çênabe, lewra di nav alema Îslamê de yekîtî û digelhevî tune ye. Îro pêdivîya me herî zêde ji yekîtî, digelhevî û wehdetê re heye. Misliman wek welatên netewe dabeş bûne, ev jî ne bes e bûne dewletên eşîran.Dema ku wisa dibe parçebûn jî pêk tên. Kesê ku malbata Siûd anî li ser Erebistan Îngîltere bû, lê niha ev wezîfe ji teref Amerîka ve tê domandin. Ji xwe diyar e li Misirê kî Sîsî anî serî. Ev kes ji wan kesên ku ew anîne serî re her tim xulamtîyê dikin.”

 “Îro ji bo Misliman nebin yek her tiştî dikin”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de balan kişîand li ser parçebûna Mislimanan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em bi şikleke berfireh li çarçovê binêrin divê em bes êrîşa Baxdayê nebînin.Lewra îro temamê erdnigarîya Îslamê tê dagirkirin, di nav Mislimanan de fitn û fesadî tê derxistin. Ê ku Mislimanan parçe kir kî bû? Ê ku berberîyê dixe nav Mislimanan kî ye? Dema ku li sedemên berberîyan dinêrin em dinînin ku em ji menfeatên Rûsya, Amerîka û welatên emperyalîst micadele dikin. Dema ku em li wan çalakî û qetlîamên ew dikin dinêrin em kêfxweş dibin an jî, mehzûn dibin.”

 “Divê Misliman ji Amerîkayê re bêjin çi karê te li erdnigarîya Îslamê heye?”

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de diyar kir êdî wext hatiye ku Misliman vê pirsê “Çi karê te li erdnigarîya Îslamê heye” ji Amerîkayê bikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Parlementoya Iraqê qerarek da û destnîşan kir ‘bila temamê hêzên bîyanî ji Iraqê derkevin.’Ev geşedaneke baş e. Divê êdî Misliman şiyar bibin. Pêwîst e emperyalîst û siyonîst ji erdnigarîya Îslamê bên derxistin. Divê Misliman ji Amerîkayê re bêjin çi karê te li erdnigarîya Îslamê heye? Belê divê temamê emperyalîst û siyonîstan ji vî welatî bên derxistin. Ji bo bên derxistin jî divê pêşî yekîtî û wehdet bê sazkirin.”(ÎLKHA



Bu haberler de ilginizi çekebilir