Jeffrey dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike
James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di navbera dîrokên 9-13ê Çileyê de dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike.
Hat ragihandin James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di navbera dîrokên 9-13ê Çileyê de dê Tirkîyê û Erebistana Siûd ziyaret bike.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; James Jeffreyê Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê di 8ê Çileyê de Tirkîyê ziyaret bike û ew ê dû re derbasî Erebistana Siûd bibe.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê di ziyaretên ku bên kirin de geşedanên dawî yên li herêmê bên nirxandin.(ÎLKHA)