• DOLAR 32.35
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2310.236
  • ...
Amerîka ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî vîze neda Wezîrê Karên Derve yê Îranê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf xwest ku ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî ya ku dê sibe li New Yorkê bê tertîpkirin biçe Amerîkayê, lê belê Amerîka destûr nedayê. Hat hînbûn Zarîf ji bo axavtinek derheqê Qasim Silêmanîyê ku ji teref Amerîka ve hat qetilkirin de axavtinekê bike xwest biçe Amerîkayê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin birêveberîya Trump li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres gerîyaye û destnîşan kiriye ew ê Amerîka destûr nede Zarîfî.

Amerîka bi vê helwesta xwe mafê çûyîn û hatina navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê îhlal dike.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir