• DOLAR 32.563
  • EURO 35.023
  • ALTIN 2434.268
  • ...
Ji Amerîkayê ji bo Îranê peyam: Di warê hildana tola Silêmanî de zêde pê de neçin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abbas Musewîyê Berdevkê  Wezareta Karên Derve yê Îranê destnîşan kiribû, Amerîka piştî sûîqasta ku li General Qasim Silêmanî kir re peyamek ji Îranê re şandiye û Îran bi wasitaya bi Balyozxaneya Swêdê ya li Tahranê bersiv daye peyama Amerîkayê.

Alîkarê Fermandarê Muhafizên Şoreşê General Elî Fedewî derbarê peyama ku ji teref Amerîkayê ve ji Îranê re hatiye şandin de daxuyanîyek da.

General Fedewî di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir; Amerîka piştî sûîqasta ku li General Qasim Silêmanî kir re peyamek ji Îranê re şandiye û ji Îranê xwestiye ku ew di warê hildana tola Silêmanî de zêde pê de neçin û tola wan weke êrîşa wan be.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir