• DOLAR 32.524
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2429.13
  • ...
Muqteda es-Sadr: Ji bo parastina Iraqê amade bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Piştî vê êrîşa ku ji teref Amerîkayê ve hat lidarxistin re ji teref Muqteda es-Sadrê Serokê Harekata Sadr ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Sadr di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir: “ Ji ber şeahdeta Qasim û Sileymanîyê mucahîd û  kesên pê re ez serxweşîyên xwe ji bo meqamên dînî yên Îranê, hikûmet û xelkê Îranê re tînim zimên.  Hedefgirtina Sileymanî, hedefgirtina  rihê şoreş, muhalefet û cîhadê ye Encax ew ê ev yek ezm û micadeleya me bi dawî neke. Ez bang li Artêşa Mehdî û Tuxaya Yewm el-Mewûd dikim da ku ji bo parastina Iraqê amade bin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir