• DOLAR 32.454
  • EURO 34.863
  • ALTIN 2477.434
  • ...
Hatemî: Ew ê êrîşa Amerîkayê bêbersiv nemîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Ji ber minasebeta qetilkirina Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê ji teref Wezîrê Parastinê yê Îranê Tuxgeneral Hatemî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Hatemî di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de diyar kir: “Bêşiphe ev cinayeteke mezin e û her wisa delîlê wê desteka ku şeytanê mezin Amerîka  li herêmê dide terorîstan. Ji ber vê yekê ew ê ev çalakî bêbersiv nemîne û ew ê tola xwîna ku hatiye rijandin bê standin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir