• DOLAR 32.531
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2486.097
  • ...
SON DAKİKA
“Birêveberîya Trump ji dêla stratejîyeke hevgirtî provokasyonê hilbijart”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Piştî vê sûîqesta ku hat kirin re ji teref hinek senetorên demokrat ên Amerîkayî ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de senetorên demokrat ên Amerîkayî ji Serok Donald Trump re bertek nîşan dan û destnîşan kirin Trump Amerîkayê ber bi şer ve dibe.

Senetoran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kirin; “ Eşkere bû ku Sileymanî dijminê Amerîkayê bû, lê divê li vê derê ev pirs bê kirin:  Amerîka bêyî destûra kongrê sûîqast li  kesê duyemîn ê herî hêzdar ê Îranê kir, gelo ew ê ev yek bibe sedema herbeke herêmî? Birêveberîya Trump ji dêla stratejîyeke hevgirtî provokasyonê hilbijart.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir