• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Saglam: Failên qetlîama Roboskîyê hêj nehatine darizandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê rojeva hundir de daxuyanî da. Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarên mîna qetlîma Roboskî, destheqê kêmtirîn û rajêrîya eraqê  de nirxandinên balkêş kir.

Qetlîama Roboskî

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir  de derbarê qetlîama Roboskî ya ku di 28ê Kanûna sala 2011an de li Qilabana Şirnexê hat kirin tê de 34 kesên sîwîl hatin qetilkirin de di bîran xist digel ku ji ser qetlîamê 8 sal derbas bûbûn jî hêj failên qetlîamê nehatine dîtin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ji ber ku bûyer nehat ronîkirin û hat astengkirin fail bên darizandin dibe ku hinek bûyerên mîna vê pêk werin.  Têgiha edaletê li gorî berteka raya giştî şiklê digire ku ev yek xetayeke mezin e.  Failên qetlîama Roboskî nehiştin ku bên derixstin mehkemê û di vî warî de îradeya sîyasî tiştê pêwîst nekir ku ev yek zirareke mezin da edaletê.”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diya rkir divê lêpirsîneke berfireh a ku pê edalet tecellî bike bê destpêkirin û dû re wiha got: “Hêj ji bo tu tiştî ne dereng e. Raya giştî di vî warî de bendewar e û dixwaze gavin bên avêtin. Divê dosyaya qetlîamê ji rafên ku lê hatine rakirin bê daxistin xwarê û ji bo edalet tecellî bike divê lêpirsîneke berfireh bê destpêkirin û bûyer bi temamê hûrgilîyên xwe bê ronîkirin û cezaya ku fail heq dikin ji wan re bê dayîn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir