• DOLAR 32.373
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2322.24
  • ...
Li Hindistanê di xwepêşanên ku berdewam dikin de 25 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hindistanê  pêşnûmayeke qanûnê ya nû ji bo welatîyan hat amadekirin û di vê pêşnûmayê de ji bo wan  kesên ku endamên 6 bawerîyên cûda ne rêya welatîbûnê hat vekirin; lê belê ev yek ji bo Mislimanan nederbasdar e. Li gorî pêşnûmayê ew ê Misliman ji Hindistanê bên dersînorkirin.Birêveberîya Hindistanê ya ku xwedî helwesta faşîst û totalîter e, berî niha teşebûs kir ku nêzî 2 milyon Mislimanan ji lîsteya Sîcîla Welatîyê ya Navneteweyî derîne. Heman Hindistan piştî vê xalê gaveke ku pê bingeha demografîk a Keşmîrê hat guhartin avêt û statuya taybet a Keşmîrê rakir.  Bi vê gava ku hat avêtin tê xwestin ku  Misliman bên dersînorkirin û komên dînî yên din jî bên parastin.

Ji ber vê pêşnûmaya qanûnê ya ku hat amadekirin ji 9ê Kanûnê vir ve xwepêşan tên lidarxistin. Di xwepêşanên ku du rojên dawî de li tevahîya Hindistanê hatin lidarxistin de tevde 25 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir