• DOLAR 32.574
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2435.147
  • ...
Serokê Giştî yê HAK-PARê Epozdemîr: Kurd Îslamîyetê bi şikleke xwerû û saf diparêzin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîrê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn a HAK-PARê de wek serokê giştî yê nû hat hilbijartin daxuyanîyên muhîm da ÎLKHAyê.

Temamê hevpeyvîna ku bi Serokê Giştî yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr re hatiye kirin:

Hûn wek HAK-PARê xwe çawa didin nasîn? Gelo xêzeke we ya îdeolojîk heye?

Partîya me partîyeke demokratîk û komî ye. Ne partîyeke îdeolojîk û doktrîner e. Dibe ku fikr û ramanên wan kesên ku dildar, endam û damezrînerê HAK-PARê bin ne wek hev bin. Ger partîyek him demokratîk û him jî komî be wê demê ji her qada jiyanê însan dikarin tê de cî bigirin. Wek mînak: di nav HAK-PARê  de kesên sosyalîst, demokrat, welatparêz, dîndar û ew kesên ku em ji wan re dibêjin lîberal hene. Di nav me de hinek kesên dîndar in û li gorî Îslamê dijîn hene ku ew di komîteya îdareya giştî ya partîya me de wezîfedar in. Ev yek tê vê wateyê;Tu merhaleya HAK-PARê ji tu kesî re negirtiye.Bes prensîbeke me heye; kî zêdetir û baştir bixebite û kû derê heq bike ew kes dikare bibe serokê navçe û bajaran û dikare di nav komîsyonê de jî cî bigire. Elbet, me ne bi wan kesan re ku ew dijberîya Kurdan dikin, nîjadperest in û li Tirkîyê û dinyayê li dijî Kurdan xebatan dikin. Em nikarin bi wan re tu tiştî parve bikin. Di navbera me û wan kesên ku zirarê didin doza Kurd û Kurdistanê, kuştinan û zextan dikin, xelkê ditirsînin, serî li tundîyê didin, Kurdistanê talanb dikin û tirsê li ser xelkê disepînin de mesafe heye. Em bi wan re tifaqê nakin.Em bi tu awayî tundî û şiddetê qebûl nakin, biya me tundî ne rêya çareserîyê ye. Ji ber vê yekê ji roja ewil vir ve em rêya demoktarîk û aştîyane diparêzin û rêya zext û tundîyê înkar dikin û li ber vê yekê radibin.

Ji bo meseleya Kurd bê çareserkirin divê gavên çawa bên avêtin? Di vî warî de pêşnîyaza we çi ye?

Em bawer dikin ku ew ê ev mesele di çarçoveya federasyonê de bê çareserkirin. Federasyon di nav xwe de wekhevî, edalet û demokratîkbûnê dihewîne û tê wateya tifaq û yekîtîya di navbera gel de. Federasyon weke ku rayedarên Tirk dibêjin ne dabeşbûn e. Bîlakîs yekîtîyeke bi şeref û qiymet e. Em wek HAK-PARê ji bo gelê Kurd ê li Tirkîyê federasyonê dixwazin. Em dizanin ku federasyon tenê bi Kurdan nayê damezrandin. Niha li Tirkîyê nêzî 25 milyon Kurd hene û em dizanin ev Kurd tev federasyonê bixwazin jî dîsa dê federasyon neyê damezrandin. Ji bo ev yek pêk were divê Tirk jî qanê bibin û destê xwe deynin li ser wijdanên xwe û bibêjin ‘Tiştê ku ji bo me heq e, ji bo Kurdan jî heq e.’ Di şert û mercên Tirkîyê de çareserîya meseleya Kurdan federasyon e. Bi kurtasî HAK-PAR ji bo Kurdan li Tirkîyê federasyoneke herêmî dixwaze. Ji bo gelek federasyonê heq bike dibê xwedî hinek taybetîyan be. Ji bo heqkirina federasyonê 3 şert lazim in. Ew jî ev in: xwedîbûna axekî, li ser wan axan hebûna zimanekî bi kok û qedîmbûna wî zimanî. Ger ev 3 şert di milletekî de hebin ew millet li kû derê cîhanê be bila bibe ew xwedî maf e ku federasyonê saz bike.

Ew kesên ku  li dijî federasyonê radiwestin dibêjin ew ê ev yek bibe sedema dabeşbûn û parçebûnê. Hûn derheqê vê yekê de çi dibêjin?

Li Tirkîyê 32 millet hene, ev tev ji xwe re herêmeke federal bixwaze ew ê çi bibe?  Ger tiştekî wisa pêk were gelo ew ê Tirkîye parçe bibe, dê hilweşe? Ji bilî Kurdan tu xelk ne xwedîyê van her 3 şertan in ku federasyonê saz bikin. Elbet maf û heqên wan kêmanî, Çerkez, Ereb û komên dînî  yên din  hene. Divê heqên wan jî bê dayîn. Dibe ku heq û mafên wan jî nehatibe dayîn. Gelek ji wan xwedî mafa demoktatîk û xweser in ku dikarin bi zimanê xwe binivîsînin, bixwînin. Divê em tiştekî di bîran bixin. A yekemîn; Êdî eşkere bûye ku dawî li wê siyaseta Tirkîyê ya ku ev bû 80 sal tê şopandin hatiye û derbasdar nîne û problemên heyî çareser nake.Him îqtîdar û him partîyên ên muxalîf bes di meselekê de tên ba hev û dibin yek ku ew mesele jî meseleya Kurdan e. Dema ku mesele, meseleya Kurdan be nabêjin ‘ez muxalîf im, ez îqtîdar im’ û tev li dijî Kurdan dibin yek û dibin dengek. Ev yek jî tê vê wateyê; pergaleke ku dijberîya Kurdan dike di siyaseta Tirkîyê de cihê xwe girtiye. A duyemîn û a herî muhîm domandina hebûna siyaseta Tirk a ku bûye desthilatdar e ku sedema vê yekê jî du tişt in. A yekemîn: Li dijî Kurdan rabûn, Kurdan înkar kirin û li dijî wan dijmintî kirin. A duyemîn jî qebûlkirina Kemalîzmê ye.Yanî her yek ji wan radibe ez ji te zêdetir Kemalîst û Atatturkîst im. Hemû pêkve xwe bi dara Kemalîzmê ve girtine û li gorî wanan Kemalîzm xelasker e û ew tev siyaseta xwe di vê çarçoveyê de didin meşandin.Li gorî me ev siyaset îflas kiriye. Ji ber vê yekê problemên li Tirkîyê nayên çareserkirin. Lewra ev siyaset û îdeolojîya fermî li ser Tirkperestî, tekîtî û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin.Ji ber vê yekê dibêjin yek dewlet, yek millet, yek watan û yek dîn. Ger ji destên wan bê ew ê hemû tiştî bikin yek. Ango ev tekîtî di mêjîyê Tirkan de ew qas cî girtiye ku însan nikare vê zihniyetê 10 salan de jî ji serê wan derîne û nikare di nav wan de fikreke azad û demokratîk saz  bike.Niha dibêjin ev birayên hev ên dîn in. Lê belê ev ziman ne zimanê biratî û dostanîyê ye. Divê zihnîyet û siyaseta Tirk bê guhartin. Divê siyaseta Tirk terka xeta Tirkîtî, tekîtî û neteweperestîyê bike. Li Tirkîyê j gelek çand û dînan însana dijîn û lê gelek kêmîne hene. Li welatekî wisa bi reng ji bo siyaset bê meşandin divê rejîm li ser vê heqîqetê ji xwe re siyasetekê saz bike. Berî vê 80-85 salan li ser tekîtîyê siyasetek hat damezrandin û temamê siyasetên din hatin redkirin. Ev siyaset hêj ji teref rayedarên Tirk ve maqbûl tê qebûlkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê ev siyaset bê guhartin.

Weke hûn dizanin xelkê Kurd Misliman e. Gelo li gorî we Îslam bes ‘parçeyek ji çanda Îslamê ye’ yan na?

Li tevahîya cîhanê nifûsa Kurdan zêdetirî 50 milyon î û zêdetirî 45 milyonê Kurdan Misliman in. Em nikarin vê heqîqetê înkar bikin. Em partîyeke wisa ne ku ji bo azadîya 50 milyon însanî micadele dikin û 45 milyonên wan Misliman in. Bi kurtasî di vê meselê de em û Misliman di rêyekê de digihin hev. A duyemîn jî em Îslamîyetê wek çand û toreyekê nabînin, em Îslamê wek dîn û bawerîya dawî dibînin. Bi heman awayî Kurd dikarin bi xwe îftîhar bikin. Lewra gelê ku Îslamîyetê bi şikleke saf û paqij diparêze gelê Kurd e.Ereb, Tirk û Farisên ku ji xwe re dibêjin Misliman axên Kurdan di nav xwe de parve dikin û zilmê li wan dikin. Ew pêşî Tirk, Ereb û Farisin û dû re Misliman in. Li dinyayê bes qewmek heye ku Îslamê dide pêşîya hemû tiştî ku ew jî Kurd in. Di nav Kurdan de fikra ‘em Misliman in, birayên hev in, em zirarê nedin hev’ heye. Di gelek serîhildanan de dîn bûye hêmaneke wisa ku însanan ji şiddet û tundîyê dûr xistiye û feyde daye milletan. Em wek HAK-PARê di ferqê naxin navbera bawerîyan. Ekserîyeta me Misliman e, ji bilî vê yek hevalên me yên Êzîdî jî hene.  Kesekî Ermenî dikare bibêje ‘Ez jî terefdarê HAK-PARê me û federasyonê dixwazim. Kesên Tirk û Tirkmen jî dikarin di nav partîya me de cî bigirin. Ger kesekî Alewî, Cihû an jî Mesihîyek programa me ya partîyê qebûl bike û bixwaze beşdarî me bibe em jê re nabin asteng. Lê belê dixwaze bila Misliman be, dixwaze bila  çepgir û rastgir be ger bixwaze fikra xwe li ser partîya me hakim bike em destûrê nadin vê yekê. Hemû kes xwedî maf e ku xwe di partîyê de îfade bike. Lê belê tu kes ne xwedî maf e ku fikra xwe derîne li ser ya partîya me. Pergala me ya partîyê wisa ye.

Di van rojên borî de  hinek teşebûsên li dijî Şêx Seîd û Seyyîd Riza yên ku bûn sedema berteka xelkê hatin kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ez ji Xwedê hêvî dikim ku Xweda ah û heyfa Şêx Seîd û Seyîd Riza li ba wan kesan nehêle. Seyîd Riza û Şêx Seîd her du jî ji nirxên vî memleketî ne. Her du jî jiyaneke dijwar lê bi izzet domandin. Tu wijdan wan zilmên ku li her duwan hatine kirin qebûl nake. Tiştê herî nebaş a ku dê li însanekî bê kirin li ber çavên wî însanî ji nasê wî re ezîyet dayîn e.  Mezinên Kurdan ji dewletê herî dawî xwestin ku zarokên wan li ber çavên wan neyên daleqandin. Seyîd Riza ji wan kesên ku dê wî îdam bikin re got ku “Lawê min berî min îdam nekin, da ku ez ji vê yekê re nebim şahid.” Ev daxwaza wî di destpêkê de hatiye qebûlkirin. Lê belê rayedarên wê demê li ser soza xwe nesekinîne û lawê wî li ber çavên wî daleqandine. Ew kesên ku ji Şêx Seîd û Seyîd Riza aciz dibin ji wê pergala dijberîya Kurdan dike re pêşîvantîyê dikin û di nîzanma dijberîya Kurd de wezîfeya xwe ya dewleta kur bi cî tînin.  Ez van kesan şermezar dikim.Kesekî ku vê yekê dixwaze nirxên vî millet û xelkî înkar dike. Ne dewlet, ne millet û ne jî hêzên demokratîk divê vê yekê qebûl nekin.Ger bi yekî re winda, edalet û merhemet tune be wê demê însan nikare jê însanetîyê hêvî bike. Serî li walîtîyê dane da ku navê Şêx Seîd  û peykera Seyîd Riza bê rakirin ku ev yek nîjadperestî û dijberîya Kurd e. Ev xetereyeke mezin e. Divê ji van kesên wisa destûr neyê dayîn.

Hinek kes di warê çareserîya meseleya Kurd de dibêjin “Ji şerê gel a şoreşger pê ve tu rê tune ye.” Bi rastî jî wisa ye?

Li cîhanê temamê kom û partîyên ku şerê çekdar dikin xwedî bernameyekê ne. Ew dibêjin ku ew li dijî împaratorî û dewletan dixwazin dewleteke xweser bidamezrînin, dema ku ew dewlet û împaratorî jî vê yekê qebûl nekirine wê demê di navbera wan de di warê çareserîyê de tu rêya demokratîk nemaye. Ew jî ni naçarî serî li çek dane û dest ni şerê çekdarî kirine. Di vê pêvajoyê de li tu derê cîhanê bi çekan û şer dewlet nayê damezrandin.

3-4 welatên mîna Guatemala, Angola û Gîne-Bîssau hene ku bi rêya bikaranîna çekan hatine damezrandin. Ev yek jî mînakên taybet in. Temamê welatên din ên li ser rûyê erdê piştî herba duyemîn a cîhanê bi rêyên aştîyane hatine damezrandin. Ango di van damezraninan de erka çekan tune ye.  Dewletên mîna Sûrîye û Iraqê jî piştî herba cîhanê ya duyemîn hatine damezrandin. Lê belê ji bo damezrandina van welatan berikek bi xwe jî nehatiye teqandin.  Bi heman awayî welatên mîna Sûrîye, Libnan, Fas û Tunusê jî ji bo azadîya xwe çek bikar neanîne. Dibe ku bes li Cezayîrê şereke çekdarî pêk hatibe. Ev xelk, ji wan kesên ku qala şerê gel a şoreşger dikin re kredî û heqeke mezin da, lê belê ew kesên ku qala şerê gel a şoreşger dikin qedr û qiymetê nizanîbûn. Gelê Kurd ji wan re got ku ‘Hûn 20 parlementeran dixwazin, ha ji we re 80 parlementer. Hûn xweserî û serxwebûnê dixwazin ha ji we re 110 şaredarîyên herêma Kurdistanê.’ Hetta di nav van şaredarîyan de 3-4 şaredarîyên bajarên mezin hebûn. Ev kes wan kredîyên ku Kurd dan wan binpê kirin. Yanî li hember îradeya mîllî ya gelê Kurd bêhurmetîyeke mezin kirin.

Weke ku tê zanîn PKK dev ji çekan berneda û HDP jî destekê dide pêvajoyê. Hûn vê pêvajoyê ji hêla Kurdan ve çawa dinirxînin?

Gelo ji bo Kurdên Tirkîyê şerê çekdarî hewce dike? Çima şer dike? Tu dibêjî ku ez Kurdistana xweser naxwazim, bi heman awayî tu federasyonê, ala Kurdistanê, Dewleta Kurdistana Başûr înkar dikî. Tu temamê mafên ku Xweda daye Kurdan înkar dikî û tu dibêjî ez xweserîya demokratîk a ku li dinyayê nimûneya wê tune ye dixwazim. Li dinyayê rejîmeke wisa tune ye. Gelo we li dinyayê derheqê xweserîya demokratîk de tiştek bihîst?  Ev şexs di wan bûyerên çal û xendekan de qala xwerêvebirinê kirin. Gelo hûn dizanin xwerêvebirin tiştekî îqtîdadî ye? Di dîrokê de bes li cihekî hatiye ceribandin. Ew jî di wextê Yugoslavyaya sosyalîst de hat ceribandin. Komek ji dewletên klan a Yugoslavyaya sosyalîst derketin meydanê û gotin ‘Tîto tu  îqtîsada vî welatî bi sosyalîzmê nikarî îdare bikî. Tu xwe bide alî, em xwerêvebirin in, em ê vê îqtîsadê baş bikin û welat cardin teslîmî te bikin.’ Navê vê yekê kirin xwerêvebirin. Ev kesên ku kêlîya din me qala wan kir, di bin navê xwerêvebirinê de serî li çekan dan. Ev şer ne li gorî berjewendîya Kurdan e. Ev yek şerê wekaletê ye. Yanî ji hinekan wekalet standine û vî şerî li ser navê wan dikin. Ev yek ne ji bo menfeata Kurdan e. Xelkê Kurd şer naxwaze. Her ku li Tirkîyê demokrasîyeke bi dilê me tune be jî em dikarin bi şikleke demokratîk û aştîyane bixebitin. Em nikarin vê yekê înkar bikin. Wek mînak; gelo mimkûn bû ku em di 12ê Îlonê de hevpeyvîneke wisa bikin? Naxêr. Feqet niha ew kes bi xwe li meclîsê dikarin bibêjin Kurd û Kurdistan. Ne li gorî dilê me jî be rêyeke demokratîk heye. Ger ji milyonek yek derfet di destê me de hebe em serî li şerê çekdarî nadin. Lewra çek sedema xerakirin û hilweşandinê ye.

Hûn “nobeda ewladan” a wan dayikên ku li ber Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê çawa dinirxînin?

Meseleya derxistina zarokên temenbiçûk ne meseleya vê sala dawî ye. Ev yek 40 sal berdewam dike. Ez dixwazim tiştekî jê ecêbtir bibêjim. Ger li wê derê 100 dayik hebin û her yek ji wan zarokekî wê çûbe li ser çiyê dike 100 zarok. Lê belê ev bû 40 sal ku 22 hezar zarokên ku emrê wan ji 18 salan biçûktir e di vê şerê qirêj de hatin kuştin. Ew wijdana ku niha rabûye li ser pîyan ev bû 40 sal ku li kû derê bû? Ger ev wijdan wê demê di nav xelkê de pêk hatibana dibû ku 50 hezar însan nemiribana. Xortekî xerîb ê Tikr ji bo leşkerîyê hatiye û diçe li çiyayên Kurdistanê tê kuştin. Xortekî Kurd ji dêla ku biçe mektebê beşdarî şerê çekdarî dibe û leşkerekî dikuje. Ev yek bêwijdanî ye.  Lê bila tu kes rondikên wan dayikên ku ji bo lawê xwe yê 13-14 salî dibrîne ji siyaseta xwe re neke amûr. Ev yek xeletî ye. Belê ew heqdar e ku lawê xwe teleb bike, wezîfeya dewletê jî wê ji vê azarê xelaskirin e.Rûniştina li wê derê ya wan dayikan gelo çareserî ye? Naxêr. Gelo ew ê HDPê bi dilê xwe here wan zarokan ji çiyê bîne? Naxêr. Ev bû 80 sal ku ev dewlet li ser pîyan e. Îstîxbarat, ewlehî, leker û MÎTa wê heye. Gelo ma dewlet nizane kî li kû derê çi dike? Piçekî jî li ber walîtîya dewletê  rûnin û ji wê derê jî alîkarîyê teleb bikin. Destûr nedin ku çalakîya we ji siyaseta xwe re bikin amûr. Heqeke xwezayî ye ku însan ewladên xwe teleb bikin. Pêwîst e dawî li êşa di dilê dayikan de bê anîn û hestirên çavên dayikan êdî nema bên xwarê û divê ev şer bê rawestandin. Divê ev her du hêz destên xwe ji pêsîrên Kurdan bikşînin. Her du jî zirarê didin Kurdan. Yek ji wan xelkê Kurd înkar dike û diba asteng ku Kurd bibin xwedîyê azadî û mafên xwe. Ê din jî heman rêyê taqîb dike. Yek ji wan jî li gorî xelkê Kurd û Kurdistanê hereket nake. Ji ber vê yekê siyaseta her du terefan jî xelet e.

Gelo dewlet û STK wezîfeyên xwe yên ku di vî warî dikeve li ser milên wan bi cî tînin?

Nêzî 40 salan 20 hezar Kurd hatin kuştin. Ew wîcdanên sîwîl, STK, partî, rewşenbîr, muzîkjen, zanyar, rayedar, lêkolîner, Sazîya Xwedîkirina Zarokan a ku ji teref Mustafa Kemal ve hat sazkirin, demokrat, komunîst, sosyalîst û partîyên din  li kû derê bûn? Çima heta îro xwe bernedan meydanê? Çima li dijî hêza çekdar ranewestîyan û negotin ‘Heqê te tune ye ku tu van zarokan bibî li serê çiyê’ Belê ew dayik heqdar in ku zarokên xwe bixwazin. Feqet wezîfeya herî muhîm a dewletê peydakirin û anînan wan zarokan e. Divê dayik vê yekê baş zanibin. Ger dewlet bixwaze dikare vê yekê bike. Lê li hisabê wê nayê. Lewra ev çalakî an jî micadeleya çekdar  herî zêde li kêrî hêzên emperyalîstan û li wan dewletên ku Kurdan îşxal kirine tên. Tu kes vê yekê nikare qebûl bike.

Qîzên biçûk jî di nav de xortên Kurd tên birin Sûrîyê û li wê derê di şer de didin kuştin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Şerê çekdarî  li kêrî wan dewletên ku axên Kurdan di nav xwe de parve kirine tê. Çima bila ewladekî Kurdan biçe li Raqqayê bê kuştin? Ger Raqqa hatibe îşxalkirin bila Raqqayî, xortên Ereban biçin wê derê biparêzin. Ew tên vê derê li kêfa xwe mêze dikin û di nav dolaran de avjênîyê dikin; lê xortên Kurdan ji bo nefta Raqqayê canê xwe feda dikin. Wijdana tu kesî ji me qebûl nake û divê qebûl neke jî.

Li wan herêmên ku PKKê lê hakimîyeta xwe îlan kiriye gelek buroyên partîyên Kurdan hatin girtin û endamên wan hatin tewqîfkirin û PKK li herêmê ji xwe pê ve hebûna tu kesî qebûl nekir. Hûn derheqê vê mijarê de dixwazin çi bibêjin?

Li kû derê cîhanê be bila bibe em îqtîdareke yekalî qebûl nakin. Ger di nav civakekê de gelek teref hebin divê yek ji wan xwedî temsîlkarekî be da ku karibe çarenûsa xwe tayîn bike. Di pey vê projeyê de eqleke bilind û veşartî heye. Ew aqil aqlekî wisa ye  siyaseta xwe bi rêya hinek kesna dide meşandin û xwe, leşkerên xwe, sazî û rêxistinên xwe tevlî vê siyasetê nake. Di meseleya Rojava, PYD û ENKSê de şîrove kirin bi xwe sedema şermê ye. Em nikarin wê hakîmîyeta heyî ya li Rojavayê qebûl bikin. Ew kesên demokrat û welatparêz divê li gorî wê mutabaqata ku bi navbeynkarîya Serok Barzanî li Dihok û Hewlêrê hatiye îmzekirin hereket bikin û divê li gorî vê yekê karên Rojavayê  birêve bibin. A muhîmtir Kurdên wê derê xweserî, kanton û birêveberîya rojhilata başûr naxwazin, ew heqên xwe yên neteweyî û çandî dixwazin. Ji bo Kurdên Sûrîyê a herî baş pergala federal e. Bi kurtasî kesên ku ji bo Kurdan li wê derê pergaleke federal naxwaze û ji bo vê yekê nexebite  bila nebêje “Ez li wê derê ji bo menfeatên Kurdan dixebitim.” Lewra ji vê pêve tu tişt dilê Kurdan rihet nake.

Hûn referandûma serxwebûnê ya li Kurdistana Iraqê çawa dinirxînin?

Me berî niha jî diyar kir ku xelkê Kurd xwedî maf e ku çarenûsa xwe ew bi xwe diyar bike. Divê temamê dinyayê li hember referandûma li Kurdistana Başûr rêzdar be. Me tu carî negot “Barzanî vê bike, vê neke Ey Birêveberîya Herêma Kurdistana Iraqê! Ev yek dirist e û ev yek xelet e.’ Heqeke me wisa jî tune ye. Ne heddê me ye em têkilî karê wan birayên xwe yên li parçeyên din ên Kurdistanê bibin. Elbet Kurdistan dewletek e, feqet divê xelkê li her parçeyekê seheya xwe ya micadelê biafirîne. Ew jî li gorî şert û mercên xwe şer dikin an jî dixebitin.  Lê em xwedî maf in ku derheqê Kurdên Tirkîyê de çend tiştan bibêjin. Ez ji vê derê ji bo Kurdên Tirkîyê, hêzên demokratîk û ji temamê xelkên ku li Kurdistanê dijîn re dixwazim vê yekê bibêjim; madem memleketê me yek e, wê demê divê heq û menfeatên me jî yek bin. Divê doza me azadkirina welatekî xweşik û bi îstîqrar be. Dîsa divê doza me jiyaneke bexwetewar û şad a li vî welatî be. Divê pergaleke wisa bê sazkirin.

Herî dawî hûn dixwazin çi bibêjin?

Dibe ku fikr û ramanên me ne wek hev bin. Dibe ku hinek ji me komunîst, şerîatvan, lîberal, şoreşger an jî tiştekî din be. Lê em wek HAK-PARê xwedî xaleke hevpar in. Her kes xwedîyê fikra xwe ye. Weke ku di bernameya partîya me de hatiye diyarkirin; em di şert û mercên Tirkîyê de ji bo Kurdan federasyoneke ku li ser edalet û aştîyê hatiye tesîskirin dixwazin. Em pergaleke  bi şeref û wekhev a ku serê însan pê bilind bibe dixwazin. Ev yek tenê bi xebata Kurdan nabe, divê Tirk jî bi şikleke erênî û muspet li vê yekê mêze bikin. Ez bang li temamê Kurdan dikim. Hemû di çarçoveyeke wisa neteweyî û demokratîk kom bibin. Rêyeke me din tune ye. Em hevkarîyeke ku li ser bingeheke saxlem bê kirin qebûl dikin.  Ev şert bernameyeke neteweyî, demokratîk û Kurdistanî ye. Kî tiştekî bi vî rengî dixwaze bi kerem bike were. Ên mayî hêsan in, em dikarin bi şiklekî pergalekê bibînin. A muhîm ew e ku em karibin li dora bernameyeke neteweyî û demokratîk de bicivin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir