• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Senegalê her sal bernameyên Îslamî tên tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji teref Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah a ku li Senegalê fealîyetên xwe birêve dibe ve ji bo xwendekaran li Dakara peytaxta Senegalê heta 2 rojan bernameyên cûrbecûr ên Îslamî yên mîna pêşbirk, ezberkirina Qur’ana Kerîm bên tertîpkirin.

Bernameyên ku li Qada Mescîda Îmam Endevî  di seat 9an de bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bidengkirina îlahî û strana dewam kir.

Piştî pêşbirkên ku hatin lidarxistin ji xwendekarên ku bi ser ketin re xelat hat dayîn.

Temsîlkarên hareketên Îslamî, alim û gel beşdarî bernameyan bûn.

Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah

Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah di sala 1983yan de hat sazkirin. Di mufredata enstîtuyê de nivîsandin, hifzkirin û perwerdehî heye. Enstîtu ji roja ku hatiye damezrandin vir ve li herêmê xebat û fealîyetan dike da ku li herêmê şiûra Îslamî belav û hakim bibe. Heta îro bi deh hezaran xwendekar ji Enstîtuya Perwerdeya Îslamî ya Dar Muhammed Resûlullah mezûn bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir