• DOLAR 32.584
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2492.462
  • ...
Saglam: Bêdengmayîna Mislimanan a li hember zilma Çînê şerm e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di rojeva derve ya ku ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve hat kirin de derheqê zilma ku ji teref birêveberîya komunîst a Çînê ve li hember Mislimanên Uygur tên kirin de, derbarê jenosîda ku ji teref birêveberîya Myanmarê ve li hember Mislimanên Rohîngyayî tê kirin de û derbarê helwesta totalîter û faşîst a Hindistanê ya li hember Mislimanan tên kirin de nirxandin hat kirin.

Jenosîd û komkujîya ku li hember Mislimanên Rohîngyayî tê kirin

Saglam di daxuyanîya xwe de diyar kir, ji ber gilîyê ku ji teref Gambîya ve li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hat kirin bi sûcdarkirina ku li hember Mislimanên Rohîngyayî komkujî hatiye kirin doz hat vekirin û bang li birêveberên Myanmarî hat kirin da ku werin îfade bidin ku ev yek geşedaneke baş e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di sala 2017 de ji teref mîlîsên Budîst û artêşê ve li hember Mislimanên Rohîngyayî yên ku ji teref birêveberîya Myanmarê ve zilm û zordarî li wan tên kirin qetlîameke mezin hat kirin û ji ber vê qetlîamê zêdetirî 740 hezar sîwîl derbasî Bangledeşê bûn. Dîsa di raportên Neteweyên Yekbûyî de hat diyarkirin zext û zordarî li wan 500 hezar Mislimanên Rohîngyayî yên ku li herêmê mane tê kirin ku bi vê raportê zilm û zordarîya birêveberîya Myanmarê hatiye îspatkirin. Ew sûcên ku ji teref Birêveberîya Myanmarê ve li hember Mislimanên Rohîngyayî tên kirin ji teref Neteweyên Yekbûyî û sazîyên mafên mirovan ên navneteweyî ve wek  jenosîd û komkujîyê hat naskirin.”

Faşîzma Hindistanê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser polîtîkayên zextdar û faşîst ên Hindistanê yên ku li hember Mislimanan tên kirin û dû re derbarê mijarê de wiha got: “ Li Hindistanê  pêşnûmayeke qanûnê ya nû ji bo welatîyan hat amadekirin û di vê pêşnûmayê de ji bo wan  kesên ku endamên 6 bawerîyên cûda ne rêya welatîbûnê hat vekirin; lê belê ev yek ji bo Mislimanan nederbasdar e. Li gorî pêşnûmayê ew ê Misliman ji Hindistanê bên dersînorkirin.Birêveberîya Hindistanê ya ku xwedî helwesta faşîst û totalîter e, berî niha teşebûs kir ku nêzî 2 milyon Mislimanan ji lîsteya Sîcîla Welatîyê ya Navneteweyî derîne. Heman Hindistan piştî vê xalê gaveke ku pê bingeha demografîk a Keşmîrê hat guhartin avêt û statuya taybet a Keşmîrê rakir.  Bi vê gava ku hat avêtin tê xwestin ku  Misliman bên dersînorkirin û komên dînî yên din jî bên parastin.”

Saglam di berdewama nirxandina xwe ya derheqê Hindistana totalîter û faşîst de diyar kir, ev helwesta Hindistanê cudakarîyê zêdetir dike û dine sedem ku çalakîyên tundîyê yên li hember Mislimanan zêde bibin. Saglam dû re wiha got: “Divê heqên hiqûqî û însanî yên Mislimanên li Hindistanê bê xistin bin garantîyê û divê bên muhafezekirin.”

Zilma Çînê ya li Tirkistana Rojhilat

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê zilma Çînê ya li Tirkistana Rojhilat de destnîşan kir, li hember sepanên birêveberîya komunîst a Çînê yên ku li Tirkistana Rojhilat li hember Mislimanan tên sepandin gavên ku pêşîya zilm û zordarîyê bigirin nayên avêtin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “  Asîmîlasyon, mudaxeleya li malbatê, îhlala masûnîyeta meskenê, li ser mal û kargehan  danîna tahakkumê, astengkirina îbadetê û terora dewletê ya ku ji teref Dewleta Çînê ve li Mislimanên Uygur tên kirin berdewam dikin.  Di wan rojên borî de rojnamegerek hinek belgeyên taybet veşartin ku di van belgeyan de zilm û zordarîya ku ji teref Çînê ve li hember Mislimanan tên kirin hebûn û di wan belgeyan de dihat dîtin ku Serokê Dewleta Çînê derheqê Mislimanan de dibêjin ‘qet rehmê li wan nekin.”  Ev belge di rojeva cîhanê de deng veda. Îhlalên mafan ên ku ji teref Çînê ve bi hinceta micadeleya bi terorê tên kirin hatine belgekirin û derket holê ku armanca wan a sereke asîmîlasyona  qewmî, dînî û çandî ye. Digel ku îhlal hatibûn tespîtkirin jî hêj li dijî Çînê gav nehatine avêtin.”

Saglam di dawîya nirxandina xwe de diyar kir bêdengmayîna Mislimanan a li hember  polîtîkayên îhlal û asîmîlasyonê şerm e û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “ Ew hêzên ku ji bêdengîya Mislimanan cesaretê distînin ew ê zextên xwe zêdetir bikin û ew ê mexdûrîyeta Mislimanan zêde bibin. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê mecbûr e ku di vê pêvajoya ku tê de zilm li Mislimanan tê kirin de tiştinan bike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir