• DOLAR 32.344
  • EURO 35.086
  • ALTIN 2309.79
  • ...
Di doza JÎTEMê de qerar hat daxuyandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin mahkeme di niştina qerarê ya doza JÎTEMê ya Enqerê de derheqê bersûcan de qerara beratê da.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Mahkemeya Cezaya Giran a Yekemîn a Enqerê  di doza cinayetên faîlî meçhul de derheqê 17 kesên ku Mehmet Agar jî di nav wan de bû de qerara beratê da.

19 kesên ku Mehmet Agarê wezîrê karên hundir, Îbrahîm Şahînê Serokê Daîreya Harekata Taybet ê wê heyamê û Korkut Eken, Ayhan û Çarkin jî di nav de bûn de doz hatibû vekirin.

JÎTEMa ku navê wî bi cinayetên ku di salên 90î de hatine kirin dihat zikirkirin û ji teref dewletê ve demeke dirêj hebûna wê nehat qebûlkirin ji gelek sûcên faîlî meçhûl ên ku di navbera salên 1988-2000î de nexasim li Kurdistana Tirkîyê hatin kirin berpirs dihat dîtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir