• DOLAR 32.365
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.103
  • ...
Li Iraqê êrîşa bombeyî: 15 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li bajarên Selahaddîn û Dîyalaya Iraqê 4 êrîşên bombeyî hatin lidarxistin, di encama êrîşan de 15 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîtên bombebarkirî 2 êrîş li xala Haşdî Şabî yên li Samaraya girêdayê Selahaddîn hatin kirin. Di êrîşê de 11 kesên endamê Haşdî Şabî canê xwe ji dest dan.

Ji ber ku bombeya ku li nêzî mektebekê hatibû bicîkirin înfîlak kir 3 zarok canê xwe ji dest dan.

Hêj êrîş ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir