• DOLAR 32.331
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2298.727
  • ...
Yapicioglu ji bo tazîyê li malbata Şêx Sidîq Ebdulezîz gerîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Sidîq Ebdulezîzê Rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin berî vê çend rojan rehmet kir.  Ji ber wefata Ebdulezîz, Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Serokê Giştî yê Bizûtneweyê Şêx Îrfan Alî Ebdulezîz û Şêx Xalidê lawê merhûm Şêx Sidîq Ebdulezîz gerîya û ji bo wan sersaxîyên xwe anî zimên û sebra cemîl ji bo wan nîyaz kir.

Şêx Sidîq Ebdulezîz kî ye?

Sidîq Ebdulezîzê ku di sala 1939an de li Helepçeya Kurdistana Iraqê ji dayik bû di sala 1979an de Bizûtnewey Raperînî Îslamî damezrand.

Şêx Sidîq Ebdulezîzê ku di sala 1986an de ji teref rejîma Baasê ve derheqê wî de qerara girtin û kuştinê hat dayîn di sala 1999an de digel Bizûtnewey Îslamî, Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê damezrand.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir