• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
Nobeda dayikan ket roja 100emîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku diyar dikin zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin an jî bi zorê hatine şandin serê çiyê ev bû 100 roj ku li ber avahîya HDPê ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin çiyê nobedê digirin.

Di 22ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akar ji bo lawê xwe Mehmet Akarê ku hatibû revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û piştî 4 rojan lawê wê lê vegerîyabû.

Piştî vê bûyerê di 3yê Îlonê de vêcarê Fewzîye Çetînkaya û Remzîye Akkoyun ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin li serê çîyê li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dan destpêkirin û hejmara dayikan bi demê re derket 58 malbatan.

Herî dawî jî Xatîce Ceylana ku ji bo lawê xwe Cafer Ceylanê ku hatibû revandin 68 rojan nobedê girtin û lawê wê doh lê vegerîya.

Piştî van vegerînan malbatên din ên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li ber  Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nobeda xwe didomînin ku ev nobed îro ket roja 100emîn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir