• DOLAR 32.583
  • EURO 34.715
  • ALTIN 2491.92
  • ...
Fatmaya Misirî: “Bavê min ê 69 salî di zindanên Misirê de hat şehîdkirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mansura ku derheqê rejîma darbeker de nirxandinan kir  destîşan kir, divê temamê welatên din Mislimanan weke Tirkîyê temamê pêwendîyên xwe yên digel Misirê qût bikin ku ger ev yek bê kirin dê darbe bi dawî bibe.

Mansura ku derheqê zilm û zordarîya ku li Misirê ji teref darbekeran ve tê kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir derbarê mijarê de destnîşan kir, digel ku ti sûcê bawê wê yê 69 salî tunebû wî avêtine zindanên Misirê û digel ku mehkeme derheqê wî de qerara beraatê dabejî ew nehatiye berdan û berî vê 3 mehan ji teref dewletê ve di zindanê de hatiye şehîdkirin.

Mansûr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rewşa nebaş a li Misirê dijwartir û nebaştir dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Misliman nikarin malên xwe. Kesên ku wezîfedar in ji wezîfê tên derxistin û dest tê danîn li ser mal û milkên xelkê û tên xistin zindanan.”

“Li Misirê Mislimanan gelek zêde tehdayî dibînin û gelek zilm li wan tên kirin”

Mansur di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, ew piştî darbeya ku hat kirin re ji naçarî hat Tirkîyê û dû re wxiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Misirê Mislimanan gelek zêde tehdayî dibînin û gelek zilm li wan tên kirin. Newêrin ji malên xwe derkevin derve. Lewra hema te dît ji nişka ve ji teref polêsan ve hatin girtin û hatin xistin girtîgehê. Ti heqê xeberdanê nadin Mislimanan. Dema ku kesek li dijî rejîma darbê xeber bide di cî de tê binçavkirin û cezaya îdamê didinê. Li Misirê ji nêzî hezar Mislimanî re cezaya îdamê hat dayîn û ji van 25 kes hatin îdamkirin.  Berî vê 3 mehan bavê min ê 69 salî di zindanên Misirê de hat şehîdkirin.”

 “Bavê min ê 69 salî di zindanên Misirê de hat şehîdkirin”

Masura ku diyar kir bavê wê him xwedî zanîngeh û him jî mamoste bû û ti sûcê wî tunebû di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser zilm  û zordarîyên ku li Misirê tên kirin û got: “Ti sûcê bavê min tunebû. Beraat kiribû, lê belê dewletê ew bernade.Li girtîgehê ji ber şert û mercên giran nexweş ket û ew nebirin xestê û derman jî nedanê. Divê temamê welatên din Mislimanan weke Tirkîyê temamê pêwendîyên xwe yên digel Misirê qût bikin ku ger ev yek bê kirin dê darbe bi dawî bibe.

“Gelek Mislimanan di zindanên Misirê de  canê xwe ji dest dan”

Mansûr di dawîya axavtina xwe de diyar kir, Sîsîyê darbeker Mislimanan dikuje û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li Misirê bes ne Misliman hemû teref tehdayîyê dibîne, lê belê exlebe exlebe zilm li Mislimanan tê kirin û Misliman tên îdamkirin. Misliman nikarin malên xwe. Kesên ku wezîfedar in ji wezîfê tên derxistin û dest tê danîn li ser mal û milkên xelkê û tên xistin zindanan.Dewletê dest danî li ser mekteba bavê min û ew avêtin zindanê. Bavê min ê ku nexweş ket ji ber ku derman nedanê û ew nebirin xestê mir. Exlebeyê Mislimanan di girtîgehên Misirê de bi vî awayî canê xwe ji dest didin.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir