• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Lawê dayika ku li ber HDPê nobed digirt vegerîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

​Hat ragihandin Cafer Ceylanê ku berî vê 4 salan ji teref PKKê ve hatibû revandin çiyê ji rêxistinê revîya vegerîya mala xwe. Ji ber ku Cafer Ceylan vegerîya mala xwe dêya wî pirkêfxweş bû.

Derbarê mijarê de dayik destnîşan kir doh êvarî xebera vegera lawê wî jê re hatiye dayîn û ew bendewar e ku berî kêlîkê lawê xwe bibîne. Dayik her wisa diyar kir ew piştî vegerîna lawê wê ew bi Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re li ser telefonê hevdîtin kiriye.

Dayika bi navê Xatîce Ceylan derbarê vegerîna malê ya lawê xwe de wisa axivî: “Ez gelek zêde îad û bextewar im. Dinya tev ê min bana ev qas ez kêfxweş nedibûm. Kêfxweşîya min bi gotinan nayê gotin. Înşaallah ew ê jiyana ji niha şûnda jî xweş bibe. Ji xwe ev bû 4 sal ku em di nav xemgînî û mehzûnîyê de ne.Înşaallah ew ê ev jî bi dawî bibe.”

 “Ez ê dîsa li vê derê bim û li ba dayikan bisekinim, ew rêhevalên min in”

Dayika ku lawê wê lê vegerîya di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Hêj min lawê xwe nedîye. Doh êvarî derdora seat 23.00an de li bavê xwe gerîya û got ku ew hatîye û ew ê sibe jî li malê be. Min doh êvarî bi Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re li ser telefonê axivî, mizgînî dan min. Bila temamê dayikên ku zarokên wan hatine revandin û ne li vê derê ne bila werin li heqê xwe bigerin.Qet nebe bila werin li vê derê micadele bikin. Ez ê dîsa li vê derê bim û li ba dayikan bisekinim, ew rêhevalên min in. Ez ê dîsa destekê bidim wanan.”

Ceylana ku di dawîya axavtina xwe de diyar kir zarokên me ne kole û malê PKKê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ewladên me canên me ne, bila destê xwe nedin canê me. Bi rastî jî ger ew mafên Kurdan diparêzin bila zarokên me berdin.4 salên me li ber kirin jehr.Ev yek doza Kurd û parastina me nîn e.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir