• DOLAR 32.57
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.3
  • ...
Hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanan de birîndar bûn derket 37an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Xazzê piştî 3 heftîyan cardin ji bo şikandina dorpêçê xwepêşanên bi navê Meşa Mezin a Vegerê hatin lidarxistin. Di xwepêşanên ku doh hatin lidarxistin de 6 Filistînî birîndar bûbûn ku hat hînbûn ev hejmara Filistînîyên ku di xwepêşanan de birîndar bûne derket 37an.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama êrîşa siyonîstên terorîst ên ku li xwepêşandêran hat kirin de tevde 37 Filistînî birîndar bûn ku ji van birîndaran 10 kes zarok in.

Ji roja ku xwepêşanên bi navê Meşa Mezin a Vegerê dest pê kirine vir ve di encama êrîşên siyonîstên terorîst de 362 Misliman şehîd bûn û zêdetirî 31 hezar kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir