• DOLAR 32.331
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2295.889
  • ...
SON DAKİKA
Xwepêşanên li Fransayê berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin doh li Fransayê li 250 xalên cûda bi beşdarbûna 806 hezar kesan xwepêşan û  grev hatin lidarxistin. Di midaxeleya ku li xwepêşandêran hatin kirin de 90 kes hatin binçavkirin û 3 rojnameger jî birîndar bûn.

Li gorî reqemên fermî 806 hezar kes beşdarî xwepêşanan bûn, lê belê ev reqem li gorî sendîqayan milyonek û nîv e.

Li Parîsa paytexta Fransayê 250 hezar kes birêveberîya Macron protesto kirin. Rayedarên ewlehîyê ji ber xwepêşanên ku tên lidarxistin 6 hezar polêsan wezîfedar kirin.

Ji ber xwepêşanên ku êlekzer beşdarî bûn Birca Eyfelê hat girtin û ekserîyeta seferên trênan hatin betalkirin û ji sedî 80yê mamosteyên mekteban dev ji kar hat berdan. Her wisa hat hînbn Aîr France, Transavîa û Ryanaîr jî ji ber grevê gelek seferên xwe betal kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir