• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Stoltenberg: Em ê bersivê bidin êrîşan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ve daxuyanîyek hat dayîn. Stoltenberg di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, lîsteyeke dijminan a NATOyê tune ye lê belê ger êrîşek bê kirin ew ê bersivê bidin vê êrîşê û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em bi saxiya hebûna hêzên NATO yên li Polonya û li welatên Baltikê peyameke bi hêz didin Rûsyayê. Ger êrîşek li Polonya an jî welatekî Baltikê bê kirin ew ê temamê tifaqê bersivê bide wê êrîşê.”

Serokomar Erdogan îro berî ku biçe Londrayê destnîşan kiribû “Ger NATO di warê rêxistinên terorê de destekê nede Tirkîyê, ew ê ji wê rapora parastina Polonya û welatên Baltikê ya ku ji teref NATOyê ve hatiye amadekirin re dijberîyê bikin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir