• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê xwe rojane bike û bibe hêzeke siyasî, leşkerî û îqtîsadî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek da û mijarên mîna; Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, dîwara ku ji bo astengkirina koçberan li Ewrûpayê tê lêkirin û derheqê xwepêşanên li Iraq û Libnanê yên lidarxistin  de nirxandinan kir.

 “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji problemên ummeta Îslamê re çareserî nedît”

Saglam di destpêka nirxandina xwe de sazkirina pêvajoya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê di bîran xist û dû re wiha got: “Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, piştî Neteweyên Yekbûyî, pêkhatîyê ku 57 welat endamê wê ne û li cîhanê di warê îqtîsad, erdnigarî û nifûsê ve hêza duyemîn e.Ev teşkîlat him ji bo ummeta Îslamê ûm him jî ji bo cîhanê dikare gelek tiştên baş bike. Armanceke vê sazîyê jî ev e: “Di navbera wan welatan de bihêzkirina hevkarî û piştevanîyê, parastina berjewendî û mafê alema Îslamê.” Armanceke teşkîlatê ev e; lê belê ev 50 sal e ku hêj Quds di bin îşxalê de ye. Mescîda Eqsa jî gav bi gav ji teref siyonsîtan ve tê hilweşandin  û ew îşxala ku li Filistînê heye jî her ku diçe zêde dibe. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji problemên ummeta Îslamê re çareserî nedît û ji derdên wan re nebû derman. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê divê xwe rojane bike û bibe hêzeke siyasî, leşkerî û îqtîsadî. Îro pêdivî bi teşkîlateke wisa heye.Hetanî ku ev yek neyê kirin, ew ê îxtîlaf, alozîyên navxweyî, îşxal û windankirina nirxên Îslamî berdewam bikin.”

“Divê otorîteyên siyasî yên li Libnan û Iraqê li gorî telebên meşrû yên civakî pergela birêveberîyê rojane bikin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê xwepêşanên ku li Iraq û Libnanê tên lidarxistin de jî wiha nirxandinan kir: “Divê otorîteyên siyasî yên li Libnan û Iraqê li gorî telebên meşrû yên civakî pergela birêveberîyê rojane bikin û di vê warê tedarikkirina mafên gel de garantîyê bidin. Heke ev yek neyê kirin, ew ê bi tesîr û midaxeleya hêzên derve pêvajo bê provokekirin û pêvajoya xwepêşanan dê bibe pêvajoya şerê naxweyî.Divê ew sazî û rîspîyên ku ji xwepêşanan re pêşîvantîyê dikin hewl bidin da ku xwepêşan bi şikleke aştîyane bên kirin.”

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir