• DOLAR 32.412
  • EURO 35.286
  • ALTIN 2324.498
  • ...
Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd li navçeyê pirseke mezin e û çareserkirina wê beşeke giring e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û di gotarekê de ragihand, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû wan kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên navçeyê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa navçeyê kir û got: “Tişta ku li navçeyê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd.”

Nêçîrvan Barzanî derbarê Doza Kurd de jî destnîşan kir, ku “Doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir